Wezîrê Berevaniya Brîtanya: Em Amade Ne Rasterast Dijî Hûsiyên Yemenê Tevbigerin

Wezîrê Beravaniyê yê Amerîka û Brîtanya

Wezîrê Berevaniyê yê Brîtanya dibêje, welatê wî amade ye ku rasterast li dijî Hûsiyên Yemenê ku êrişî keştiyan li deryaya Sor dikin, dest bi tevgerekê bikin.

Grant Shapes roja Duşemê got ku ew ê dudil nebin ku biryarê bicîh bînin, "Divê Hûsî bizanin ku em pabend in ku berpirsên êrîşên li ser keştiyan û baregehên wan ceza bikin."

Wî hişyarî da ku eger civaka navdewletî li hember êrîşan bêdeng bimîne, ev dê bibe sedem ku kesên din li ciyên din yên cîhanê heman tişt bikin.

Rojnameya Daily Telegraph ku ji zarê Wezîrê Berevaniyê yê Brîtanyayê gotiye ku Brîtanya û Amerîka niha plana êrîşeke leşkerî ya muhtemel li dijî Hûsiyan dikin. Wî got ku her du welat dê daxuyaniyeke hevbeş amade bikin û tê de Hûsiyan hişyar bikin ku êrîşên xwe rawestînin.

Vê jî bixwîne: Wezîrê Derve yê Brîtanya li Dor Êrşîên Hûsîyan Telefona Hevtayê Xwe yê Îranî Dike

Ji aliyê din ve ajansa nûçeyan ya dewleta Îranê Tasnîm ragihand ku keştiya şer ya Îranê ya bi navê Alborz ji Tengava Bab El-Mendab derbasî Behra Sor bûye. Ajansê amaje bi wê yekê nekiriye ku çima ew hatîye wê herêma deryayî, lê gotiye hêza deryayî ya Îranê ji sala 2009ê ve di avên deryayê de ye daku ewlehiya deryayê ji korsanan biparêze.

Vê jî bixwîne: TASNIM: Keştiya Êrîşkar ya Îranê Gihîşte Deryaya Sor


Roja Yekşemê, Wezîrê Derve yê Brîtanya David Cameron li ser torên civakî belav kir ku wî pêwendî bi hevtayê xwe yê Îranî Husên Amir Ebdullahiyan re kiriye û jê re gotiye, Îran berpirsyar e ji bo rawestandina êrîşan.

Jêder / AFP