Rakirina Destnedana Parlamenterên BDP’ê

Parlemana Tirkîyê

Hikûmeta Tirkîyê dixwaze zirxa parlamenterîyê ya 10 nûnerên Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) rake. Bernivîsên rakirina destnedana 10 parlamenterên BDP’ê do Sêşemê ji Seroktîya Parlamena Tirkîyê re hatin şandin.

Xebatên rakirina destnedanê bi daxuyanîya Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, ku gotibû, ‘Dema bernivîsên destnedanê werin parlamenê, emê biryareke li derveyî rêzê bistînin’ destpê kirin.

Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, li ser vê helwesta hikûmetê dibêje, ‘Em pêdivî pê nabînîn ku zêde li ser vê babetê bipeyîvin. Eger dişînin bila bişînin! Emê sîyaseta xwe ya jibo aştî û demokrasîyê berdewam bikin. Em ji dayika xwe wekî parlamenter çênebûne ku xwe bispêrin destnedana qanûnî.’

Ji bilî BDP’ê, her sê partîyên li parlamena Tirkîyê, AK Partî, CHP û MHP, bi yek helwestê piştgirîya rakirina destnedana parlamenterên BDP’ê dikin.

Li gor nirxandinên giştî, hikûmeta AK Partîyê van gotûbêjan dide destpê kirin, li vê demê ku hilbijartinên herêmî nêzîk dibin û çareserkirina pirsa Kurd zorê dide hikûmetê.

Your browser doesn’t support HTML5

Raport_ST_11_28_12