Di Pevçûnên Du Rojand de li Misirê 8 Kes Hatin Kuştin

Di Pevçûnên Du Rojand de li Misirê 8 Kes Hatin Kuştin

Pevçûnên li navbera polîsê Misirê û xwepêşanderên keviran digirin wan ketiye nav duhem roja xwe, tê de heşt kes hatine kuştin û pitirî 300 kesan jî birîndar bûne.

Serbazên Misirî ji ser banê avahiyekê nêzîk parlemanê ve kevir girtine xwepêşanderan û boriyek agir-pirjandinê bi kar anîn bo ji hav belavkirina qerebalixê. Xwepêşander daxwaz diken desthilata leşkerî bi dawî bê.

Serokwezîre Misirê Kemal el-Gazourî di nav gotarek televisyonî de got hêzên ewlekariyê bizavê diken wan avahiyan biparêzin.

Gelek Misirî dixwazin heta zûye ew tundûtîjî bi dawî bên.

Dîdevan dibêjin, alozî derengîya Pêncşemê destpêkir, piştî ku bizavkarek hîn wêneyên li internetê weşand ku nîşan dide karbidestên leşkerî çawa li xwepêşandêrekî binçavkirî dixin.