Jina Kurd ya li Mahabadê Farinaz Khosravani jibo ku xwe ji destdirêjîya endamên îstixbarata Îranê rizgar bike, du roj berê xwe li otela ku lê dişixule, avêt xwarê û xwe kuşt.
Piştî bihîstina wê bûyerê, li çend bajarên Kurdan nerazîbûnên mezin derket hole û bi hezaran kes rijîn kolanan.
Jinên Amedê bi pêşengîya Kongreya Jinên Azad (KJA) daxuyanîyek dan û rejîma Îranê şermezar kirin.
Endama KJA'yê Yuksel Acet xuya kir ku her dere cîhanê her cure têkilîyên desthilatî dixwaze xwe li ser beden û nasnameya jinê mezin bike.
Wê got "Ev destdirêjî, ne destavêtina yekê ye ku bi destê hêzên dewletê tê kirin. Bi hezaran jin bi awayekî sîstematîk rastî destdirêjî û destavêtina hêzên dewletê tên."
Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak jî di şermezarkirinê de axaftinek kir.
"Dewletên li ser Kurdistanê hikum dikin dixwazin bi îdam, kuştin û destdirêjîyê hêsîrî û koletîyê bi Kurdan bidin qebûl kirin. Jiber ku sûcdar endamên îstxibaratê ne, dewlet xwe nade ber teslîm kirina wan."
Your browser doesn’t support HTML5