Hest û Helwest: Helwest û Çalakiyên Dawî yên Fransa li Sûriyê

Lewend Hisên û Kadar Pîrê

Serokê Fransa Emmanuel Macron îro li Parlemana Ewrupî bi tundî berevaniya biryara êrîşa leşkerî kir û pêwîstiya êrîşê diyar kir ji bo rêjîma Sûriyê careka din çekên kîmawî bikar neyîne.

Wezaretên derve yên Fransî û Amerîkî jî radighînin ku renge rêjîm alav û belgeyên bikaranîna kîmawî li Dûma vedişêre.

Şarezayên Rêxistina Nehêştina Çekên Kîmawî ya Neteweyên Yekgirtî, hefteya borî jibo vekolîna çûn Sûriyê, lê ta niha ew nikarin derbasî Dûma bin.

Wezareta Derve ya Fransa di daxuyaniyekê de got ku ta niha Rûsya û Sûriyê rê nadin vekoleran ku derbasî cihê êrîşa kîmawî bin.

Gelo êrîşa dijî hikûmeta Sûriyê planeke Fransî bû da bi awakî berferh derbasî Sûriyê be?

Fransa dikare çi li Sûriyê biguherîne?

Welatên din yên Ewrupî û bi taybetî Almaya çawa helwesta Fransa werdigirin?

Bernameya Hest û Helwest, van pirsan û hin pirsên din ên girêdayî ligel du mêvanan gotûbêj dike:

Kadar Pîrê, rêvebirê rêxistina Kurd bê Sînor ku li Fransa dimîne û rojnamevan Lewend Hisên ku li Almanya dimîne.

Jibo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng vekin

Your browser doesn’t support HTML5

Hest û Helwest 17_04_2018