Gabriel bi Tundî Bersîvdana Gotinên Erdogan Dide

Wezîrê Derve yê Almanya Sigmar Gabriel

Wezîrê Derve yê Almanya Sigmar Gabriel îro Înê bi tundî bersîvdana Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan da û daxuyanîyên wî mîna “maytekirina hilbijartinên Almanya” bi nav kir.

"Mudaxeleyeke wiha ku mînaka wê tuneye, kiryareke dijî serwerîya me ye. Gotinên Erdogan yên ser hilbijartinên Almanya nîşan didin ku ew dixwaze gelê Almanya bîne dijî hevdû" Gabriel ji dezgeha ragihandinê, RedaktionsNetzwerk re got.

Wî bang li Almanan kir ku li dijî gotinên Erdogan, bi awayekî xurt herin ser sindoqan û dengê xwe bidin wan partîyên ku berevankarên demokrasî ne.

"Werin em ji wan kesên ku dixwazin me li hev xînin re nîşan bidin ku emê di vê lîstoka îblisane de cîh negirin."

Li gor ajansa AFP, civaka Tirkî li Almanya jî, daxuyanîya Erdogan bi başî pêşwazî nekir.

Serokê rêxistina Tirkan li Almanya, Atilla Karaborklu ji ajansê re got ku Erdogan hewil dide civaka Almanî perçe bike û demokrasîya wê bêşîne.

Erdogan îro Înê gotibû ku partîya Serokwezîra Almanya Angela Merkel, CDU û yên din yên mezin, dijminê Tirkîyê ne. Wî bang li Tirkên li Almanya kiribû ku herin ser sindoqan û dengê xwe nedin wan partîyan.

Erdogan helwesta partîyên serekî yên Almanya li dijî Tirkîyê wek êrîşkar û bêrêzane nîşan dabû.