Graham Bang li Si'ûdîyê Dike ku Bandora Xwe bo Parastina Kurdên Sûrîyê Bikar Bîne

Lindsey Graham

Senatorê Amerîkayî Lindsey Graham bang li Erebistana Si'ûdî kir ku bandora xwe bikar bîne ji bo parastina Kurdan li Sûrîyê, li vê dema ku ew rastî êrîşên hêzên hikûmeta demkî ya Sûrîyê tên.

Graham îro Sêşemê di postekê de li ser X'ê got ku ew bi rêvebirîya Amerîkayê û hevalbendên herêmî re kar dike “ji bo rê li ber xwînrijandina dijî hevalbendên me yên Kurd li Sûrîyê bigirim.”

Senatorê Komarî got ku “Niha dem hatiye herêm rêbazên xwe biguhere û xwe bi exlaq nîşan bide.”

Di peyama xwe bo Erebistana Si'ûdî de, Graham got: Min hewl da ku bi zehmetî bixebitim da ku rêyeke nû ji bo têkilîyên di navbera welatê we, Amerîka û herêmê de destnîşan bikim. Ez ji bo gelek guhertinên ku hatine pejirandin rêzeke mezin digirim.”

Senatorê Amerîkayî dirêj kir û got, Lê belê, êrîşa Padîşahîyê (Si'ûdîyê) li ser Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî û bêdengîya wê li ser êrîşa domdar ya hikûmeta Sûrîyê li ser Kurdan divê biguhere. Ji kerema xwe fêm bikin ku ez têra xwe jîr im ku bizanim Erebistana Si'ûdî bandor li ser hikûmeta Sûrîyê heye, û ez hêvî dikim ku ew wê bikar bîne da ku herêmê ji ketina nav bêtir bêserûberî dûr bixe.”

Graham di posteke din de îro Sêşemê gotibû ku ew amadekarîya projeyasayekê dike ji bo parastina Kurdan.