HDP'ê Dest bi Prosesa Serlêdana Berbijarîya Hilbijartinan Kir

Li Tirkîyê di 31’ê Adarê de hilbjartinên heremî têne kirin û hemî partî dest bi xebatan kirine.

HDP’ê roja Sêşemê ragihand ku jibo partiya wan serlêdana namzedîya bajarvanîyan di navbera 20’ê Mijdarê û 5’ê Berfanbarê de ye.

Hevseroka HDP'ê ya Amedê Fîlîz Buluttekîn û Hevserokê DBP'ê tê Amedê Îbrahîm Çîçek li Amedê daxuyanîyek da û derbarê serlêdana berbijarîya şaredarîyan da agahî dan.

Li gor şertên HDP’ê û DBP’ê, mêrên bi du jin, kesên ku li ser jinan tundûtûjî pêk tîne, nikarin serî li namzedîya şaredarîyan bidin.

Sîstema hevseroktî şerteke bingehîn ya HDP’ê û DBP’ê ye û ew her du partî jibo serlêdana berbijarîya şaredarîyan ji jin, astengber û mexdûrên Biryarnameyên bi Desthilata Qanûnê de (KHK) perê nastîne.

Your browser doesn’t support HTML5

KHF_11_20_2018_HDP_Berbijarî