Berdevke HDP'ê Gunay: Givaştinên Desthilatîyê yên Ser Partîyan Didomin

Ebru Gunay

Berdevka Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Ebru Gunay di preskonferansa heftane de ser mijarên girîng yên rojeva partîya xwe peyîvî.

Gunay got ku givaştinên desthilatîyê yên ser partî û rêvebirên wan berdewam dikin.

Berdevka HDP’ê bersîva gotinên serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan yên dijî hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş jî rexne kir.

“Berî çend rojan Erdogan careke din di derheqa hevalên me Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag axifî û derheqa hevalên me yên girtî careke din talîmat da hiqûqê. Em vê napejirînin û dibêjin ev e faşîzm.”

Gunay ragihand ku li Tirkîyê ne tenê li ser wan, li ser hemû demokrasîxwazan jî tundî û givaştin tê domandin.

Demeke dirêj e ku rêberê PKK’ê yê zindankirî Abdullah Ocalan ne bi malbata xwe û ne jî bi parêzerên xwe re dikare hevdîtinan çêke.

Gunay li ser rewşa Ocalan jî sekinî û got ku ew rewşa tecrîdê pêşî li ser Ocalan hate çêkirin.

“Birêz Ocalan 22 sal in ku ji hemû mafên xwe hatîye dûrxistin. AKP, li hember birêz Ocalan ti hiqûqekê nas nake û hiqûqê binpê dike.”

Your browser doesn’t support HTML5

ED_11_12_2020_Ebru_Gunay