Berdevka HDP’ê Ebru Gunay, li Navenda Giştî ya HDP’ê di civîna hefteyî de got ku di demên dawî de ji alîyê desthilatîyê ve li ser zimanê Kurdî zext û qedexe zêdetir dibin.
“Zext û qedexeyên li ser ziman û çanda Kurdî, asîmîlasyona sedsalî bi awayekî sîstematîk didome. Bi taybetî di salên dawî de walîtî, qeymeqamtî û şaredarîyên AKP-MHP’ê li her qadê zimanê Kurdî krîmînalîze dike. Hemû mafên bingehîn yên gelê Kurd ji alîyê wê zihnîyetê ve bi awayekî eşkera tê qedexe kirin.”
Gunay, helwesta desthilatîyê bi tundî rexne kir û got ku zimanê Kurdî bi êrîş û qedexeyan nayê tune kirin.
Wê got ku bi têkoşîna wan ya jibo çand û zimanê Kurdî wê xurttir be.
Gunay li ser operasyonên Tirkîyê jî rawestîya û got ku Tirkîye bi van êrîşan dixwaze Kurdan tune bike:
“Dijmintîya wan tenê ne li Bakurê Kurdistanê ye, li Başûr jî êrîş û operasyonên li dijî hebûna Kurdan didomin. Armanca Tirkîyê bi van operasyonan ew e ku li Başûrê Kurdistanê Kurdan ji axa wan derxine, koçber û tune bike.”
Gunay li ser îdiayên bikaranîna çeke kîmyayî jî alîyê Tirkîyê ve rawestî û xwest ku ew yek were ronî kirin.
“Tê îdia kirin ku Tirkîyê li ser vê armanca xwe ya bingehîn, sûcê şer pêk anîye û sîlahên kîmyayî bi kar anîne. Berpirsîya herî mezin li ser milê Rêvebirîya Herêma Kurdistanê ye ku van îdiayan ronî bike, daxuyanî bide bîragiştî, gelê Kurd û gelê cîhanê agahdar bike. Parastvanên mafên mirovan divê vê bêdengîyê bişikînin.”
Gunay da zanîn ku Rêxistina Mafên Mirovan a Cîhanê jî biryar daye ku şandeyekê bişîne Herêma Kurdistanê û li ser vê îdiayên bikaranîna çekên kîmyayî lêkolînan bike.
Your browser doesn’t support HTML5