Hest û Helwest: Derbasbûna Pêşbîn ya Hêzên Tirkiyê bo Minbicê

Hêzên Tirk li derdora Minbicê

Tirkiyê roja Duşemê ragihand ku hêzên wan dest bi nobedariya gundewarê Minbicê û herêma bin destê hêzên opozisyona Sûrî kir.

Artêşa Tirkiyê got ku ev gav beşeke ji rêkeftina wan ligel Amerîka jibo ewlekirina bajêr û derxistina çekdarên Kurd ji wir e.

Derbasbûna Tirkiyê bo Minbicê wê ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve çawa bê pejirandin ku hevalbenda Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ye.

Gelo pêşbîniya şerekî li bajêr dibe, eger Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hêzên Tirkiyê red bike.

Bandora van pêvajoyên dawî li herêmên Kurdên Sûriyê çi ye?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser van pirsan:

Fethullah Huseynî, niwênerê Rojava li Herêma Kurdistan Îraqê ku li bajarê Silêmaniyê dimîne û Farûq Hecî Mistefa, rêvebirê Navenda Berçav a Medya û Azadiyan ku li Hewlêr dimîne.

Jibo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng vekin:

Your browser doesn’t support HTML5

Hest û Helwest