Girîngîya Dengdanê di Hilbijartinên Nîvdemî yên Amerîkayê de Çi ye?

Hefteya bê, roja 3ê Mijdarê, li seranserê Amerîkayê hilbijartinên nîvdemî pêk tên. Ev hilbijartin ne wekî yên giştî ne ku tê de serokê Amerîkayê tê hilbijartin.

Şaredara bajarê Fairfax a wîlayeta Virginia, Catherine Read di hevpeyvînekê ligel Dengê Amerîka de diyar kir ku hilbijartinên herêmî rasterast bandorê li rewş û karûbarên rojane, fînansekirina binesazîyê û parvekirina çavkanîyên giştî dikin.

Daneyên dawî nîşan didin ku bi piranî beşdarîya welatîyan di hilbijartinên nîvdemî de beramber bi hilbijartinên serokatîya Amerîkayê kêmtir e. Dema mirov naçin dengdanê, rêjeya giştî ya dengdanê dadikeve û ev yek jî dibe sedem ku giranîya dengên kesên deng dane hîn zêdetir bibe.

Şaredar Read li ser vê yekê got ku “Gelek caran mirov difikirin ku dengê wan tiştekî naguhere û ji ber wê naçin hilbijartinê.”

Wê eşkere kir ku ev biryar encama hilbijartinê diguhere û got ku “Dema tu naçî dengdanê, ev nayê wê wateyê ku dengê te tenê winda nabe, lê belê, dengê kesên ku wekî te nafikirin hîn bêtir derdikeve pêş. Wekî mînak, eger ez deng nedim û sê kesên din ên dijî min deng bidin, hingê dengê min di nav civaka min de qet nayê bihîstin.”

Zanîngeha Florida (University of Florida) lêkolînek li ser rêjeya hilbijartinan li Amerîkayê ji sala 1789 heta 2024'an amade kirîye. Di lêkolînê de derket holê ku beşdarîya di hilbijartinên serokatîyê de ji hilbijartinên nîvdemî pirtir e.

Karbidest û rêberên herêmî yên ku bi dengê gel tên hilbijartin, xwedî desthilat in li ser çavkanîyên darayî û xizmetguzarîyên giştî. Biryarên van sazîyên herêmî rêjeya bacê diyar dikin, budceya dibistanan amade dikin û fînansekirina çêkirina rêk û sîstema veguhastinê dikin.

Di van hilbijartinên îsal de, her 435 kursîyên Civata Nûneran ya Kongresê û sêyeke kursîyên Senatoyê ligel gelek postên parêzgarî û herêmî tên diyarkirin.