Komîteya Peywendîyên Derve ya Civata Nûneran Bang li Sûrîyê Dike ku Şerê Kurdan Neke

Avahîya Kongresa Amerîkî.

Komîteya Peywendîyên Derve yê Civata Nûneran ya Kongresa Amerîkî bang li serokê demkî yê Sûrîyê kir ku li şûna şerê Kurdan bike, dem e ew li ser rêça wan ji bo siberojeke baştir bo Sûrîyê bixebite.

Hesabê fermî yê Komîteya Peywendîyên Derve li ser X'ê got ku "Gelê Kurd ji zû ve ji bo siberojeke baştir bo Sûrîyê têkoşîn kirine û hevparên neguhêr yên Amerîkayê ne."

Brian Mast, endamê Komarî yê Civata Nûneran, berpirsê Komîteya Peywendîyên Derve ye.

"Dem hatiye ku Serokê Sûrîyê [Ehmed] el Şer'i li şûna şerê gelê Kurd bike, li ser rêça wan here û ji bo siberoja welatê xwe bixebite," Komîteya Peywendîyên Derve got.

Ev axaftin wekî piştgirî bû bo daxuyanîya Fermandarîya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM) ku îro Şemîyê bang li hêzên hikûmeta Sûrîyê kir li deverên Heleb û Reqayê şerê dijî Hêzên Sûrîya Demokratîk rawestînin.