Hulusî Akar Behsa Şerê Çiyayê Gare Û Kuştina 13 Welatiyan Dike

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusi Akar

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiye Hulusî Akar roja Yekşemê, derbarê operasyona ser bingehên PKKê, li devera Gara, li Bakurê İraqê zanyarî parvekir.

Akar da zanîn di 10ê Sebatê de operasyona esmanî û bejahî ya bi navê Kaplan Pençe dabûn destpêkirin. Di lêgerîna şikeftek de meytê 13 welatîyên Tirk hatîye dîtin.
Hêjayî gotinê ye ku 13 welatîyên ku Akar behs dike 9 polîs û leşker û 2 jî endamên MİTa Tirkiye ne.

11 polîs û leşker ji sala 2015 heta 17'an di dem û cîyên cuda de ji aliyê PKKê dîl hatine girtin. Herdû endamên MİTê jî di sala 2017an de li Silêmanî hatine girtin.

Wezîr Akar got " Di eslê xwe de yek ji armanca vê operasyon rizgarkirina 13 welatiyan bûye lê dema leşker di şikeftan de lêgerin hatîye kirin, meytê 13 welatiyan dîtine. Rêxsitina PKK 13 leşkeran kuştiye û serê 12 kesan de birina guleyan hebûye."

Serokê MHPê Devlet Bahçelî jî axivî û got "Kî bixwaze PKKê ji vê êrîşê bêsûc bide xuyakirin, ew jî şirîkê kuştina 13 welatîyan e û ew jî terorîst in."

HDP daxuyaniyek nivîskî belav kir û bibîr xist ku malbatê leşker û polêsan 4 caran li parlamenê serdana wan kirine û alîkarî xwestine.

"Hemî hewildanên me li parlamenê bê encam man. Hikumeta desthilat niha me sûcdar dike, lê ger desthilatî dil bikira, cesaret bida rêxistinên sivîl, piştigirî bida malbatan, encamek bi vî rengî rû nedida lê desthilatî erka xwe bicî ne anî, jibo operasyonek leşkerî ya ku armanca wê ne zelale, jîyana esîran ji çav derxist. Partîya me her digel malbatan bû lê niha dixwaze ji kuştina leşkeran jî me sûcdar derxe."

HDP weha dewam dike "Desthilatî di ciyê ku ji me hesab dipirse, divê ew hesab bide malbatan û civaka sivîl. Herwiha divê PKK jî daxuyanî bide raya giştî ka ji kuştina canên ku emanetê wan bû beripirsiyarîya wan heye yan na."

Di hezîrana 2018an de Ajanasa Nûçeyan ya Feratê (ANF) vidyoyên 11 polîs û leşkeran belav kir. Di wan vîdyoyan de leşker û polîsên di destê PKKê de bang li hikumet û partiyên siyasî, rêxistinên sivîl kirin da ku li wan xwedî derkevin.

Piştî belavkirina vîdyoyan, malbatên leşker û polêsan digel Serokê Giştî yê İHDê Ozturk Turkdogan re li Amedê daxuyanî dan û ji serokomar û partîyên sîyasî alîkarî xwestin.

Ozturk Turkdogan, di nav pênc salan de hemî hewildanên wan vala derketin û ew ji vê encamê pir xemgînin.

"Me gelek caran hewil da, lê mixabin her carê destê me vala ma. Dewletê her carê ji me re got ew terorîstan muhatap nagrin. Partîyên sîyasî bi eşkere piştevaniya nîşan nedan. Malbat jî polês û leşkerên esîr jî bêxwedî hatin hîştin."

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Amed-Diyarbakirê 14 02 2021