Human Rights Watch: 24 Kes di Xwepêşandanên Lîbyayê de Hatine Kuştin

Piştevanên rêberê Lîbyayî Muamer Qaddafi postera wî bilind dikin, di xwepêşandaneke li Trablusê de. Sîbat, 17, 2011

Rêxistineke mafê mirovan ya navnetewî dibêje, hêzên ewlekarî yên Lîbyayî 24 xwenîşander kuştin, di dema eciqandina xwepêşandanên Pencşemê ya dijî hikûmetê de.

Rêxistina Çavdêrîya Mafê Mirovan anku Human Rights Watch dibêje, hêzên ewlekarîyê teqe li xwenîşanderan kir û ew kuştin di bizaveke pêşî girtina xwepêşandanên seranser welêt de.

Rêxistina Çavdêrîya Mafê Mirovan ku bingeha wê li New Yorkê ye, bang li Lîbyayê kir ku heta mecbûr nebe, alavên kujêr û çekên wî rengî bikar neyîne.

Çavdêrîya Mafê Mirovan her wiha daxwaz ji hikûmetê kir ku vekolîna bûyerên kujêr bike, ku li çend bajarên wî welatî qewimîbûn.

Şer û pevçûn roja Pêncşemê li seranser welêt destpê kirîbûn, piştî ku bizavkarên hevrik banga xwepêşandanên girseyî kirîbû li dijî Muamer Qaddafî.