Washington —
Karbidestekî payebilind ê Wezareta Cengê ya Amerîkayê roja Şemîyê ji kanala Fox News re got ku Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) îdia kiriye ku Tengava Hormuzê girtiye, lê ew yek ne rast e.
Karbidestî got ku "Ew (Îranî) nikarin karekî weha bikin." Wî zêde kir ku, "Kontrola Tengava Hormuzê di destê Amerîkayê de ye."
Ev daxuyanî di demekê de hat ku Fermandarîya Navendî ya (CENTCOM) ragihand ku derbasbûna ewle di vê rêya avî ya navneteweyî de berdewam e.
Li gor CENTCOM'ê, îro Şemîyê 55 keştîyên bazirganî bi serkeftî di Tengava Hormuzê re derbas bûn.
Di daxuyanîyê de hat gotin ku van keştîyan hejmareke mezin a kelûpelên bazirganî û zêdetirî 17 milyon bermîl neft bo bazarên cîhanî veguhestin.