Piştî ku Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) daxuyanî ser êrîşa mûşekên balîstîk ên Îranê ser Kuweytê da û ew êrîş wekî binpêkirina agirbestê binav kir, reaksyonên herêmî û navnetewî yên cuda derketin holê.
Wezareta Derve ya Kuweytê êrîşa ser welêt bi tundî şermezar kir û tekez kir ku Kuweyt mafê xwe yê tevahî diparêze ku hemû tedbîrên pêwîst bigire da ku berevanîyê ji ewlehî û ax û sazî û bingehên xwe yên girîng li dijî her êrîş an gefekê bike.
Wezaretê got ku li gorî madeya (51) a Peymana Neteweyên Yekbûyî û rêziknameyên yasaya navneteweyî, mafê Kuweytê yê bersivdanê heye.
Ser êrîşa mûşekî ya herî dawî bo ser Kuweytê, şirovekar û rojnamevanê naskirî yê Kuweytî Ayîd Mena'i ji Dengê Amerîka re got: "Ev êrîşên Îranê ser Kuweytê û welatên Civata Hevkarîya Kendavê, bi tevahî êrîşên bê sedem û bê bingeh in, bi taybet êrîşa nû, û yên di dema şerê 40 rojî de li dawîya Şibata borî. Ev hemû êrîşên dijminkarî û bê sedem in."
Ayid Manna'i
Mena'i herwiha dibêje, "Ez dikarim bêjim ku êrîşên Îranê 85% li dijî Kuweyt û welatên kendavê pêk hatine, tenê 15% li dijî Îsraîl û Amerîkayê ne."
Şîrovekar Mena'i ser reaksyona Kuweytê ya li hemberî êrîşa Îranê dibêje: "Êrîşa dawî ya roja Pênşemê, êrîşa ser bingeheke Kuweytê bixwe bû. Ev êrîşeke dijminkarî ya ser serweriya welêt bû. Hemû welatên Kendavê mafê parastina serwerîya axa xwe heye û ewê berevanîya mafên xwe bikin. Kendav û welatên din dê qet van êrîşên ku sûceke mezine qebûl nekin."
Dr. Xazî Feysel
Rêveberê Navenda Lêkolînên Stratejîk yê Îraqî, Dr. Xazî Feysel, derbarê êrîşa ser Kuweytê ji alîyê Îranê û alîgirên wê ve dibêje: "Ew êrîş dikeve çarçoveya stratejîya Îranê ya terorîzekirina welatên Kendav û herêmê. "
Feysel dide zanîn ku têkilîyên Amerîkayê yên bi welatên Kendavê re têkilîyên dêrîn û stratejîk in ji alîyê aborî, berevanî, ewlekarî ve.
Feysel dibêje hebûna bingehên Amerîkî li herêma Kendavê li gor "Rêkeftinên fermî û daulî ya di navbera Amerîka û wan welatan de ne çêbûne."
Şîrovekarê Îraqê dibêje, "ev şêwazeke serderîya Îranê ya berdewamkirina terorê ye li dijî welatên Kendavê bi rêyên cuda û bi taybet vê dawîyê bi rêya mûşekên balîstîk û dronan."