Tirkîyê Daxwaza Dirêjkirina Agirbesta Amerîka û Îranê Dike

Hakan Fîdan Wezîrê Derve yê Tirkiyê

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan daxwaza dirêjkirina agirbesta di navbera Komara Îslamî û Amerîkayê de ji bo 14 rojên din kir.

Fîdan di konferansa Antalyayê de got ku hem Komara Îslamî ya Îranê û hem jî Amerîka amade ne ku ji bo bidawîkirina şer danûstandinan bikin.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê amaje bi wê yekê kir ku danûstandin gihîştine asteke giring û pêwîst e agirbest ji bo nehiştina nakokîyan were dirêjin.

Wî got, "Lîsteyek dirêj a mijarên wan heye ku danûstandinan li ser bikin, ez geşbîn im ku ewê karibin pirsgirêkan çareser bikin."

Di demekî de ku ti rêkefitnek di navbera Amerîka û Îranê de nehatîye kirin û tenê du roj mane ku agirbest bidawî bibe, Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Yekşemê ragihand ku danûstandkarên Amerîkî dê roja Duşemê êvarî biçin paytexta Pakistanê da ku gotûbêjan ligel Îranê bidomînin.

Trump di postekê de li ser platforma Truth Social got: "Em peymaneke dadmend û maqûl pêşkêşî (Îranê) dikin. Ez hêvî dikim ew wê qebûl bikin. Çûnkî, eger qebûl nekin, Amerîka dê her navendeke elektrîkê û her pirekê li Îranê hilweşîne."