Konvoya dawî ya leşkerên Amerîkî roja Yekşemê li Îraqê derket û derbazî Kuweytê bû.
Otomobîla dawî ya leşkerî li demjimêr 7:38’ê serê sibê li Îraqê derket. Nêzîkî 200 lekşerên Amerîkî li Îraqê dimînin jibo parastina balyozxana Amerîkî li Bexda.
Serok Barack Obama dibêje, piştî vekêşana hêzên Amerîkî paşeroja Îraqê li destê gelê Îraqê bi xwe ye.
Şerê Îraqê li sala 2003’ê destpê kir li dijî desthilata dîktatorê berê Sedam Husên.