Parêzgarê Neynewa: Emê Hemî Kristîyan û Êzidîyan Qerebû Bikin û Vegerînin ser Malên Wan

Ebulqadir El-Dexîl Parêzgarê Neynewa

Parêzgarê Neynewayê Ebdulqadir El-Dexîl ragihand ku xurtkirina hevkarîya aborî bi Amerîkayê re dê bibe gaveke girîng ji bo piştgirîkirina pêşketina Îraqê.

Wî got ku Îraq dixwaze têkilîya xwe ya bi Washingtonê re ji çarçoveya hevkarîyeke ewlehîyê tenê derbasî qonaxeke nû ya hevkariyeke aborî û geşepêdaneke stratejîk bikin, ku di xizmeta berjewendîyên hevpar ên her du welatan de be.

Di hevpeyvîneke taybet ligel Dengê Amerîkayê de li Washingtonê di dema serdana Serokwezîrê Îraqê Elî El-Zeydî bo Amerîkayê de, El-Dexîl daxuyanîyên taybet ser pirsên wekî vegerandina Kristîyanên Deşta Neynewa, Êzidîyên Şengalê, weberhênanê, pêşxistina sektora tûrîzmê li Parêzgeha Neynewa û gelek mijarên din ji Dengê Amerîkayê re ragihandin.

Parêzgar got, "bi serokatîya Serokkwezîr Elî Falih El Zeydî, bi rastî rûpeleke nû li ser asta dewleta Îraqê di peywendiyên ligel Amerîkayê de hat destpêkirin. Ev rûpela nû di çarçoveya peywendîyên stratejîk ên navbera her du welatan de cih digire."

Wî diyar kir ku "Serokwezîr di demek guncaw de serdana Amerîkayê hilbijart."

El-Dexîl herweha li ser derfetên weberhênana Amerîkî li Neynewa, planên nûavakirina deverên zirar dîtî, sînordarkirina çekan di destê dewletê de axivî.

Parêzgarê Neynewayê destnîşan kir ku Neynewa gavên praktîkî davêje û di vê çarçoveyê de bi hin sazîyên Amerîkî re hevkarîyên nû hatine destpêkirin.

Wî got ku li bajarê Mûsilê dê yekemîn Navenda Lêkolînên Navdewletî li ser asta Rojhilata Navîn bê avakirin, bi piştgiriya ku ji Washingtonê hatiye peyda kirin.

El Dexîl herwiha got ku di vê mijarê de têkilîyên bi Zanîngeha Chicago re hatine avakirin û ev navend dê beşdarî nasandin û pêşxistina dîroka Mûsilê û pêşkexistina tûrîzma dîrokî û kulturî ya bajêr bibe.