Piştî 23 Salan Îraq û Behreyn ji bo Yekgirtina Helwestan Gotûbêjan Dikin

Serokwezîrê Îraqê, Eli Falih El-Zeydî, roja Çarşemê di serdana xwe ya fermî bo Manamayê bi şahê Behreynê, Hemed bin Îsa Al Xelîfe, civîya.

Di civînê de, Zeydî Şahê Behreynê ji bo serdana Îraqê vexwend û got ku ev gav ji bo vejandina têkiliyên dîrokî yên navbera herdu welatan de girîng e. Wî herwiha bal kişand ser pêdiviya berfirehkirina hevkariya dualî di warên aborî, weberhênan, bazirganî, siyasî û civakî de.

Zeydî diyar kir ku Îraq û Behreyn berjewendî û ewlehiya hevpar hene û pêdivî ye ku li hember mijarên herêmî û navneteweyî helwestên xwe bikin yek.

Serokwezîr Zeydî herwiha piştrast kir ku Îraq ji bo aramiya herêmê, pêşxistina gotûbêjê û dawî anîna tengezariyan hewl dide.

Ji aliyê xwe ve, Şah Hemed bin Îsa El Xelîfe got ku ev serdan dê derfetên nû ji bo pêşxistina têkiliyên navbera her du welatan biafirîne. Wî herwiha piştgirîya welatê xwe ji hikûmeta Îraqê re dubare kir û girîngiya xebata hevbeş ji bo ewlehî, aramî û parastina berjewendiyên hevpar, û xurtkirina têkiliyên dualî ji bo piştgiriya xebata erebî ya hevbeş.

Ev yekem car e ku ji sala 2003an ve Serokwezîrekî Îraqê serdana fermî ya Behreynê dike.

El-Şemmerî: Bexda dixwaze piştrast bibe ku Îraq wê nebe qada êrîşkirinê li ser welatên Kendavê

Îhsan el Şemmerî, Serokê Navenda Ramanên Siyasî, ji Dengê Amerîka re got ku serdan dikare bersivek be li hember siyaseta Îranê ya li dijî Îraqê, bi taybetî piştî girtina Tengava Hormuzê li ber derbazbûna neftê. Ji ber vê yekê, Bexda dixwaze bi welatên Kendavê re hevkariyên aborî û bazirganî fireh bike.

Ihsan al-Shammari

Şemmerî dibîne ku serdan nameyeka girîng dide Behreynê ku hikûmeta Îraqê nahêle erdê wê ji aliyê komên çekdar ve ji bo êrîşkirina welatên Kendavê were bikaranîn. Ev yek bi taybetî girîng e, ji ber ku Behreyn di mehên borî de bûye armanca êrîşên van koman.

Di dawiyê de, El-Şemmerî dibêje ku Îraq pêwîstî bi xurtkirina hevrêziya siyasî û ewlehiyê bi welatên Kendavê re heye, nemaze eger hat û şerê di navbera Amerîka û Îranê de dîsa dest pê bike. Herwiha, ev hevrêzî dikare alîkariya zêdekirina hinardekirina nefta Îraqê bike.