Parlamenta Îraqê li Ser Temamkirina Kabîneya Zeydî Deng Dide

Iraqi parliament

Tê çaverêkirin ku Parlamenta Îraqê îroja Pêncşemê 15ê Cotmehê, li ser temamkirina kabîneya hikûmeta Serokwezîr Elî Zeydî deng bide.

Piştî pênc mehan ji damezrandina hikûmetê, Parlamenta Îraqê îro civînek girîng li dar dixe ku tê de mijara temamkirina kabîneya hikûmetê û dagirtina wezaretên vala dê were gotûbêj kirin û bixin dengdanê

Herwiha, pêşniyarên avakirina sê wezaretên nû û çar postên cîgirên serokwezîr jî di rojeva civînê de cih digirin.

Ev pêşveçûn di nav danûstandinên berdewam ên hêz û blokên siyasî de tê, ku hîn jî li ser parvekirina post û berpirsyariyan didomin.

Li gor agahiyên dawî, xuya dike ku piraniya blokên siyasî gihiştine lihevhatineke berfireh li ser navên namzetan piştî nakokîyên kûr û dirêj.

Re'id el-Dehlakî: Li benda temamkirina kabîneya hikûmeta Zeydî ne

Hijmarek Endamên Parlamenta Îraqê geşbînîya xwe derbarê derbaskirina dengdana li ser temamkirina kîbeneya hikûmetê anîn ziman ku bo Dengê Amerîkayê axivîne, ji wan Endamê Parlemanê Îraqê Re'id el-Dehlakî got; endamên parlemanê yên ku hatine vexwendin bo civîna Pêncşemê demjimêr 7ê êvarî, ku tê de dê li ser navên wezîrên wezaretên vala dengdan were kirin.

Raad Al-Dahlaki a member of the Council of Representatives (Iraqi Parliament)

Li gor wî, partiyên sîyasî li ser piraniya namzetan lihev hatine û bawer dikin ku hemû nav bi hêsanî dê werin pejirandin.

Dehlakî herwiha piştrast kir ku nameya ku ji aliyê Serokwezîr Elî el-Zeydî ve ji Parlemanê re hatî şandin rast e, û di wê de daxwaza dengdanê li ser navên wezîran û herwiha çar postên cîgirên serokwezîr hatiye kirin.

Rûniştina Parlemana Îraqê biryar e dengdanê bike li ser 9 wezaretên vala û 3 wezaretên nû. Di nav wezaretên nû de hatine çêkirin; Wezareta Geştûguzariyê û Wezareta Aboriya Dîjîtal û Jîriya Destkird (AI), herwiha Wezareta Dewletê ya Karûbarên Kêmnetewe (ku Mihemed Sem'an) e.

Ev yek hevdem e ligel yekalîkirina neh wezaretên mayî ku tê de Yasir Sixêl ji bo Wezareta Navxweyî û Nayîf El-Şemerî ji bo Wezareta Berevanyê hatine destnîşankirin.

Alîgirên pêşniyara avakirina Wezaretên nû dibêjin ku armanc ew e ku hikûmet bikare bi bandortir bersiva pêdiviyên aborî, karûbarên xizmetguzarî û armancên pêşveçûnê bide.

Herwiha, hin çavdêran bawer dikin ku avakirina postên nû jî beşek ji hewildanên balanskirina hêzên siyasî ye, da ku bêtir aliyên siyasî di hikûmetê de cih bigirin û piştgirîya xwe ji kabîneya Ali al-Zaidi re bidomînin.

Xalib el-De'mî: Lihevhatinên siyasî dîsa li ser bingeha parvekirina desthilatê ne

Akademîsyon û lêkolînerê siyasî Xalib el-De'mî got ku di mehên borî de gelek blokên siyasî amade nebûn li ser temamkirina kabîneyê deng bidin, ji ber ku ew hîn negihiştibûn post û desthilatên ku dixwestin.

Ghalib Aldaamy, Iraqi academic, who specializes in anti-corruption

Li gor wî, niha bi avakirina çar postên cîgirên serokwezîr, ihtîmala zêdekirina postên nû yên cîgirên serokkomar û herwiha sê wezaretên nû, gelek ji daxwazên van aliyan hatine bicihanîn.




Berdevkê PDKê: Namzetên me bo Cîgirê Serokwezîr û Wezartin zela bûne

Derbarê alîyên siyasî yên Kurd, xuya dike ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) postên xwe yên di kabîneya Zeydî de bi awayekî mezin diyarkirine.

Daner Ebilxefûr Ezîz, berdevkê bloka PDKê di Parlemana Îraqê de, gote Dengê Amerîkayê ku partiyê Faris Şêx Sedîq Brîfkanî ji bo posta cîgirê serokwezîrê Îraqê û Rêbaz Mihemed Abdullah, navdar bi Rêbaz Hemlan, ji bo posta wezîrê Avakirin û Niştecihbûnê berbijar kirien. Ev nîşan dide ku PDKê li ser para xwe ya di hikûmetê de gihîştiye lihevhatinê.

Daner Abdulghaffar, a member of the KDP’s faction in the Iraqi Parliament

Parlemanterê Kurd got ku lihevhatin an jî rewşeke giştî heye ku nîşan dide namzet û berbijaêrên pêşkêşkirî dê di civîna îro, Pêncşemê, de bên pejirandin û dê dengdana li ser temamkirina kabîneya hikûmeta Elî Zeydi pêk were.

Tê zanîn Parlamana Îraqê di 14'ê Gulana bûrî de bawerî da hikûmeta Zeydî û 14 wezîrên wê, lê ji 23 wezaretan 9 wezaret bê wezîr man.