Banka Navendî ya Îraqê ragihand ku ji roja Çarşemê, 7'ê Cotmeha 2026'an ve, dê nirxê fermî yê dînarê Îraqî li hember dolarê Amerîkî bihête guhertin. Bankê got ku ev biryar ji ber şert û mercên aborî û darayî yên niha û li ser pêşniyara Encûmena Wezîran hatiye dayîn.
Li gorî buhayên nû ji îro pê ve, Banka Navendî dê dolar ji Wezareta Darayî bi 1,500 dînaran bikire, ji bankan re bi 1,510 dînaran bifroşe û buhayê firotina dolar ji bo gel dê 1,520 dînar be.
Berî vê biryarê, nirxê firotina yek dolar ji bo welatîyan 1,320 dînar bû. Li gorî nirxê nû, her dolarek dê bi 1,520 dinaran bê firotin. Bi vê guhertinê, dînarê Îraqî li hember dolarê nêzî 13.2 % ji nirxa xwe winda dike.
Banka Navendî dibêje rezervên wê yên pereyên biyanî têr in ji bo dabînkirina hemû daxwazên pereyên biyanî, di nav de fînansekirina bazirganîya derveyî, kartên bankî li derveyî welat û firotina dolarê ji rêwîyan re.
Mezher Mihemed Salih, şêwirmendê darayî û aborî yê serokwezîrê Îraqê, gote Dengê Amerîka ku îstiqrara nirxê dînarê Îraqî bi dabînkirina pereyên biyanî û şiyana aborîya Îraqê ya fînansekirina bazirganîya derveyî ve girêdayî ye.
Mudhar Muhammad Salih, a financial adviser to the prime minister
Salih diyar kir ku "şert û mercên herêmî û navneteweyî, bi taybetî pevçûn û alozîyên li herêmê û bandora wan li ser derbasbûna petrolê ji Tengava Hormuzê, dikarin bandorê li ser dahatên petrolê, budceya giştî û herikîna pereyên biyanî bikin."
Li gor Salih, tedbîrên darayî, bacî û gumrikê yên ku niha tên girtin ji alîyê hikumetê ve, tedbîrên pêşîlêgirtinê ne û siyaseta diravî dê bazara pereyên biyanî bi rê ve bibe û dabînkirina dolar ji bo fînansekirina bazirganîya derveyî bidomîne. Li heman demê de, siyaseta darayî dê bi rêvebirina xerckirina hikûmetê, dahatan û bacan hewl bide bandora şokên derveyî kêm bike.
Derbarê bandora biryara daxistina nirxê dînar li ser welatîyan, Salih got, "hikûmet dê xerckirinê ji bo xwarin, derman, sotemenî û xizmetên bingehîn bidomîne, da ku bandora zêdebûna bihayan li ser hêza kirînê ya welatîyan kêm bike."
Biryara bilindkirinanirxê dolarê Amerîkî li Parlamana Îraqê rastî nerazîbûna parlamenteran hat. Hejmarek parlamenteran dest bi komkirina îmzeyan kirin ji bo betalkirina biryarê, û parlamanê rojeva civîna xwe ya îro Çarşemê paş xist da ku mijara nirxê dolarî were gotûbêj.
Serokatîya Parlemena Îraqê paşê civîn rakir û Heybet Halbûsî, serokê parlemanê, daxwaz kir ku sibeha roja Pêncşemê Hakimê Banka Navendî û Wezîrê Darayî werin parlemanê, da ku sedemên bilindkirina nirxê dolar û encamên wê yên aborî û darayî bên danûstandinkirin.
Birayara kêmkirina nirxê dînar hêrsa raya giştî derxist holê û bû sedema girtina hin bazar, dikan û ofîsên firotin p kirîna diravî li Bexdayê û çend parêzgehan, ku ev yek hevdem bû bi bilindbûna nirxê dolar li bazaran bo dora 1,800 dînarî.
Lê Banka Navendî ya Îraqê dibêje guhertina nirxê dînar dikare piştgirîyê bide hilberîna navxweyî û pîşesazîya herêmî, pêşbazîya berhemên Îraqî, weberhênanê li sektorên ne-petrolî han bide û derfetên karê nû biafirîne.