Cîgirê Serokê Îraqî li Balafirê Anîn Xwar

Tariq El Haşimî.

Hêzeka parastina Îraqê roja Yekşemê Cîgirê Serokê Îraqî Tariq El Haşimî û alîkarên wî li nav balafirekê li Bexdayê anîn xwar. Ajansa Nûçeyên Fransî radigihîne ku du ji alîkarên Haşimî bi tawana terorê hatîne xwestin.

Haşimî, ku Sunnî ye, li balafirgeha Bexdayê ber bi Herêma Kurdistanê diçû dema bersîngê wî hate girtin.

Hevdem, Serokwezîrê Îraqî Nûrî El Malikî daxwaz kir ku Cîgirê Serokwezîrî Salih El Mutlag ji posta xwe were derxistin.

Salih El Mutlag jî Sunnî ye.