Roja Sêşemê Encûmena Wezîran a Erebistana Siûdî bi tundî êrîşên ku, bi gotina wê, ji aliyê mîlîşyayên terorîst ên girêdayî Îranê li Yemen û Îraqê li ser axa wê pêkhatin şermezar kirin.
Encûmena Wezîran a Erebistana Siûdî dibêje ku êrîşên li ser axa wan yli dijî navendên Petrolê li herêmên Riyad û Şerqiyê hatine kirin nayên qebûl kirin, ew êrîşên komên çekdar ên Îraqî di nakokiyên herêmî de dîsa bûn mijara danûstandinê.
Di wî demê ku Siûdîyê bang li hikûmeta Îraqê kir ku hemû gavên pêwîst bigire da ku nehêle axa Îraqê bibe bingehek ji bo êrîşan, çav li ser serdana Serokwezîrê Îraqê Elî El-Zeydî bo Riyadê ku tê çaaverêkirrin roja Pênçşemê pêk bê.
Di nav van tengezariyên ewlehiyê de, hin şirovekar dibînin ku armanca van êrîşan ewe da ku Îraqê ji derdora xwe ya Erebî dûr bixin û bikişînin nav nakokiyên herêmî.
Rêveberê Navenda Lêkolînên Stratejîk ya Îraqî, Dr. Xazî Feysel, ji Dengê Amerîkayê re got: "Bê guman, serdana Serokwezîr Elî El-Zeydî bo Siûdiyê yek ji qonaxên girîng e di temamkirina pêvajo, plan û stratejiya, hevkariya hevbeş di navbera herdu welatan de bi taybet di warên aborî, enerjiyê de."
Feysel dîsan got, "Lê bê guman Îran, wilayeta feqîh û hevalbendên wê li Îraqê her dem li dijî her derfeteke rastîn in, ji bo pêşvebirina têkiliyên Îraqî-Siûdî. "
Dr. Xazî Feysel
Bi dîtina Feysel komên çekdar ên girêdayî Pasdarên Îranê û Feyleqa Qudsê, bi tevahî dijminatiya Siûdiyê dikin û bi mûşekan êrîşî Siûdiyê, Urdin, Behreyn û Îmaratan dikin.
Feysel bawer dike ku El-Zeydî dixwaze van koman hilweşîne û têkiliyên bi Siûdiyê re xurt bike û ber bi misogerkirina ewlehiyeke Rojhilateke Navîn a aram ve bibe, ku ew bi temamî ji rewşa ku berî 7ê Cotmehê a 2023yan de serdest bû, cûda ye."
Ji alîyê xwe ve siyasîyê Îraqî yê naskirî Întîfad Qenber, ji Dengê Amerîka re got: Ev rewşek dijwar e ji bo sozên ku Serokwezîr Elî El-Zeydî di serdana xwe ya Washingtonê de dabûn. Lê wî di heman demê de got ku divê hikûmeta Zeydî li dijî komên çekdar ên ku berpirsiyar in ji van êrişan biryarên eşkere bigire, yan jî ev dê bibe wekî hikûmetên berê ku tenê soz didan bêyî kiryar.
Qenber got ku hemû kes dixwazin ku Zeydî serkeftî be, ji ber ku serkeftina wî serkeftina hemû Îraqê ye, ji Kurdistanê heta Besrayê.
Qenber hişyarî da ku milîşyayên Şîe yên girêdayî Îranê hewl didin Îraqê bikişînin nav şerek ku berjewendiya Îraqê tê de tune ye.
Di dawiyê de wî got ku ev rewş ji bo Serokwezîr El-Zeydî bûye ezmunek mezin û em ê bibînin ka hikûmet dê çi gavên cidî bavêje.
Îraqê êvara Duşemê ragihand ku wê lêpirsînek vekir li ser avêtina dronan ji axa xwe bo armanckirina saziyên petrolê li Erebistana Siûdî, di demekê de ku welatên Kendavê êrîşan şermezar kirin û wekî gef û metirsîên zêde li ser ewlehiya herêmê dibînin.
Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Îraqê Qasim El-Ebûdî girtina komên ku ji bo Ukraynayê dixebitin li nav axa Îraqê eşkere kir.
Weke El-Ebûdî îdîa dike ku ew komên hatine desteser kirin, li xwe mikur hatine ku wan teqînên li dijî sazîyên herêmî pêk anîne.
Di dîdareke televîzyonî de, El-Ebûdî dîyar kir ku şaneyekî îstîxbaratê ya taybet belge bi dest xistine ku destwerdana Ukraynayê di karûbarên Îraqê de piştrast dike.
Lê Wezareta Derve ya Ukraynayê îdiayên ku ji aliyê El-Ebûdî ve hatin kirin red kir û got ev îdia bê bingeh in. Wezaretê di daxuyaniya xwe de got ku ti rastî an belgeyek tune ye ku van îdiayan piştrast bike.
Endamê Komîteya Ewlehî û Berevanîyê ya Parlamentoya Îraqê, Yasir Eskender Witwit gote Dengê Amerîkayê ku daxuyaniya Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî fermî ye û divê bi cidî were nirxandin.
Wî got ku ger agahiyên derbarê komên girêdayî Ukraynayê de rast bin, divê Bexda peyamek nerazîbûnê ji Kyivê re bişîne û tedbîrên qanûnî li dijî her kesê ku hewl dide Îraqê bixe nav nakokiyên herêmî û navdewletî bistînee.
Wî bal kişand ser wê yekê ku Îraq naxwaze bibe beşek ji şer û nakokiyên li herêmê.