Amerîka Rê Dide Destpêkirina Geştên Esmanî di Navbera Îranê û Îraqê de

Firokxaneya Necef ya Navnetewî

Wezareta Veguhastinê ya Îraqê îro roja Sêşemê ragihand, Amerîka bi biryarek taybet û Îstîsnayî rê dide ku Hêlên Esmanî yên Îraqê di meha Cotmehê de ji nû ve geştên xwe yên ji bo Îranê dest pê bikin.

Wezareta Veguhastinê bang li Hêzên Esmanî kir ku ji bo destpêkirina geştên ji bo Îranê xwe amade bikin.

Ev biryar piştî rawestandina geştan tê ku ji bo pabendbûna bi cezayên Amerîkayê yên li ser Îranê hat dayîn, ku Îraq bi birayara Amerîkayê re pande bûbû û firînên ji bo Îranê rawestand bûn.

Husên Ehmed, berdevkê ofîsa Ragihandina Wezareta Veguhastinê, gote Dengê Amerîkayê ku îstîsna ji hêla Amerîkayê ve hatiye dayîn û dê heta 28ê Cotmeha 2026 berdewaam bike.

Li gor wî, firîn dê di destpêkê de ji Balafirgeha Navneteweyî ya Necefê dest pê bikin.

Wezareta Veguhastinê ya Îraqî dibêje ku balafirên Îranê ji 23ê Îlonê ve firînên xwe bo Îraqê rawestandine, û Balafirên Îraqê jî ji destpêka Adara vê salê 2026 ve firînên xwe bo Îranê rawestandibû, wekî tedbîrekî pêşîgir ku ji ber zêdebûna tengezariya leşkerî hatibû girtin.

Hêjayî gotinê ye Washingtonê ragihand ku di çarçoveya sizayên Amerîkayê de, dê çalakiyên Kompanyayên hêlên esmanî yên Îranê li seranserê cîhanê werin rawestandin, di heman demê de, çend welatên herêmê geştên xwe yên bo Îranê û ji Îranê rawestandin.