Pirsa Gaza Îranê û Metirsîya Bexda ji Sizayên Nû yên Amerîkayê li ser Îranê

Piştî tundkirina sizayên Amerîkayê li dijî Îranê, Îraq rastî ezmûneke hestiyar, nazik û çarenûsî tê.

Bi taybet di warê belansragirtina di navbera herdu welatan Amerîkayê û Îranê ku roj bo rojê girjîyên wan kûr û berfirehtir dibin.

Bexda bi rêya dolar û sîstema darayî ya ku dahata wê ya petrolê jê tê, bi Washingtonê ve girêdayî ye. Her wiha bi rêya gaz, elektrîk û bazirganiya sînorî bi Tehranê ve girêdayî ye.

Di navbera van herdu têkiliyan de, hikûmeta Bexdayê neçar dimîne ku helwesta xwe diyar bike, bi taybet ji ber ku Amerîkayê gef li hemû welatên ku bazirganiyê bi Îranê re dikin kir, ku wana ji sîstema darayî ya li ser bingeha dolarî derbêxin.

Çavdêr û pisporên aborî dibinin ku Îraq wê bibe nimuneke zindî ji bo cîbicîkirina gefa nû ya aborî li dijî Îranê ka ew ê çawa serederîyê ligel rewşa heyî bike.

Pispor û Şêwirmendê Darayî û Aborî yê Serokwezîrê Îraqê, Mezher Mihemed Salih hişyarî dide ku tundkirina sizayên Amerîkayê li ser Îranê dikare dosyeya kirîna gaza Îranê ji bo Îraqê hestiyartir bike.

Salih gote Dengê Amerîkayê, sîstema bankî ya Îraqê ji sala 2011'an ve têkiliyên xwe bi Sîstema bankî ya Îranê re sînorkiriye, ji bilî rêkeftinên taybet ên ji bo pereyên gazê.

Li gor wî rojane nêzîkî 18 heta 20 milyon metrey;n sêcayî gaz ji Îranê digihîje Îraqê, ku ji bo karkirina êstgehên elektrîkê girîng e.

Mezher Mihemed Salih, Şêwirmendê Darayî û Aborî yê Serokwezîrê Îraqê

Ew dibêje, ku metirsiya sizayan ne tenê bi hilberînên Îranî ve girêdayî ye, lê dikare bank, veguhastin, û navbeynkarên têkildarî danûstandinê jî bigire. Ji ber vê yekê, Îraq divê di danûstandinên xwe bi Îranê re li hember vê rewşa piştî sizayên tund yên Amerîkayê hişyar be.

Di heman çarçoveyê de, pisporê aborî Dr. Sefwan Qusay dibêje ku Îraq, ji ber girêdana xwe ya mezin bi aboriya Amerîkayê û dolarî, nikare biryarên Wezareta Xezîneya ya Amerîkayê binpê bike.

Qusay gote Dengê Amerîkayê, ku kirîna gaz û elektrîkê ji Îranê bi destûr dayîna Amerîkayê ve girêdayî ye û ger ev destûr dayîn neyê dirêjkirin, Îraq pabendî hemû biryarên Amerêkayê be.

Li gorî Qusay, Bexda divê bi Washingtonê re danûstandinan bike da ku rêyek qanûnî ji bo berdewamkirina kirîna enerjiyê ji Îranê bibîne.

Safwan Qusay, Pisporê Aborî

Her du pispor jî dibêjin ku Îraq divê girêdana xwe ya bi gaza Îranê re kêm bike û zêdetir li ser bikaranîna gaza xwe ya navxweyî û pêşxistina sektora enerjiyê ya hundirîn bixebite.

Li gorî vê nêrînê, bikaranîna gaza Îraqê ku niha beşek ji wê di zevîyên petrolê de bi herweyî bê ku sûd jê were dîtin dişewit e, dikare ew di demdirêjîyê de bibe alternatîfeke girîng ji bo kêmkirina kirîna gaza Îranê.

Hêjayî gotinê ye ku Hikûmeta Îraqê, Banka Navendî û Wezareta Darayî hîn ti daxuyaniyek fermî derbarê sizayûn nû yên Amerîkayê li dijî Îranê neda ye.