Berdevkê Hikûmeta Îraqê, Heyder El-Ebûdî, îro Çarşemê ragihand ku Serokwezîr, Elî El-Zeydî, wê sibê Pêncşemê di serdaneke fermî de berê xwe bide Îranê û di dawiya vê mehê de bi şandeke pilebilind serdana Tirkiyê bike da ku çend dosyayên girîng gotûbêj bike.
Ebûdî di civîneke çapemeniyê de, got ku El-Zeydî serdanên xwe yên derve berdewam dike û li ser pêşkêşkirina pêşxerîyên dîplomatîk ji bo rawestandina şer radiweste.
Wî anî ziman ku Îraq ji ber helwestên xwe yên stratejîk û dûrxistina Îraqê ji pevçûnên li herêmê.de,
Wî got jî ku Îraq, xwedî girîngiyeke mezin e di nava welatên li herêmê û cîhanê de. Her wiha wî tekez kir ku hikumet siyaseteke vekirî beramberî hemû welatan dimeşîne û di encama serdana Washingtonê de, 48 peyman û rêkeftinên Lihevtêgihîştinê hatin îmzekirin di nav de afirandina rêyên alternatîf ên petrolê.
Serokwezîr, Elî El-Zeydî di hevpeyvînekê de ligel kovara Amerîkî (The Atlantic) got ku wî ji Serok Trump xwestiye ku êrîşa leşkerî li dijî Îranê neke ji ber ku danûstandin tiştê herî girîng in, û destnîşan kir ku "Divê Îraq di navbera Amerîkayê û Îranê de bibe xalek hevdîtinê, ne qada dijminatiyê."
Samî El-Cîzanî: Amerîka di Îraqa Nû de Hevparek Sereke ye
Sîyasetmedar Samî El-Cîzanî ku rêbereke ji Tevgera El-Hikme gote Dengê Amerîkayê ku serdana Serokwezîr Elî El-Zeydî ya hefteya borî bo Amerîkayê di nav gel de baş hate pêşwazîkirin û bi plan û ajendayeke zelal ji aliyê Çarçoveya Hevpeymanî û Koalîsyona Rêveberiya Dewletê ve hate amadekirin û tekez kir ku Amerîka di Îraqa nû de şirîkek sereke ye û bal kişand ser girîngiya pêşxistina hevkariya stratejîk bi Amerîkayê re ji bo berjewendiya her du aliyan.
Derbarê serdana Serokwezîr bo Tehranê, wî got ku Îraq dikare rola navbeynkar di navbera Amerîka û Îranê de bilîze. Li gorî wî, cihê stratejîk ê Îraqê, têkiliyên civakî û olî yên Iraqê bi welatên herêmê, bi taybetî bi Îranê re, vê derfetê ji Bexdayê re peyda dikin. Wî herwiha got ku Iraq dixwaze di pêvajoya danûstandinên di navbera Washington û Tehranê de roleke çalak hebe, her çend ev dosyayek mezin û dirêj e.
Eyad El-Enbar: Guman li Ser Rola Navbeynkarî ya Îraqê
Lê Eyad El-Enbar, Pisporê Siyasî yê Îraqî, ne geşbîn e ku Îraq di hewldana kêmkirina alozîyê û rawestandina şerê di navbera Amerîka û Îranê de bi ser bikeve.
El-Enbar gote Dengê Amerîkayê ku Îraq ji bo Îranê ne navbeynkar e, lê qada pevçûnê ye, û Îran girîngiyê nade navbeynkariyê û bi taybetî ku dron ber bi Hewlêrê ve jî diçin û dibe ku êriş firehtir bibe, çi ji aliyê Îranê ve be an ji aliyê komên çekdar yên girêdayî Îranê be.
Wî her wiha got ku hewldana El-Zeydî ku dixwaze Îraq bibe "xala hevdîtinê, ne xala nakokiyê" bi ser nakeve û mîsyoneke ne mumkine; ji ber ku Îran rê nade vê yekê û hevkariya aborî bi Amerîkayê re wekî gef dibîne û berjewendiyên Îranê dixe di metirsîyê de.