Civîna Hilbijartina Parêzgarê Nû yê Kerkûkê Hate Paşxistin

Civîna awarte ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, ku biryar bû îro Çarşemê ji bo hilbijartina parêzgarê nû pêk bihata, hate paşxistin bo sibe Pêncşemê.

Endamê Encûmenê, Re'd El-Salih, gote Dengê Amerîka ku hin nakokî derbarê hilbijartina parêzgarê nû derketine holê, bi taybetî piştî ku Enîya Tirkmen biryar da ku Qehtan El-Wendawî wekî berbijarê xwe pêşkêş bike.

Wî bal kişand ser rola serokê koma Esayîb Ehl el Heq, Qeys el- Xez'elî di astengkirina hilbijartina parêzgarê nû de û got ku ew bû sedema paşxistina civîna Çarşemê.

Re'd El-Salih, Endamê Encumena Kerkûkê

El- Xez'elî do Sêşemê ligel şandeya Hevpeymanîya Erebî ya di Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de rêyên parastina maf û deskeftên pêkhateya Ereb li Kerkûkê gotûbêj kirin.

El-Salih diyar kir ku hilbijartina parêzgarê nû di çarçoveya peymaneke siyasî de pêk tê, ku li gorî wê, postê parêzgarîyê di navbera pêkhateyên Ereb, Kurd û Tirkmen de tê gerandin. Li gor vê peymanê, dora Turkmanan divê di 31'ê Kanûna Yekê ya 2026'an de biqede, aku parêzgarê nû dê heta dawîya vê salê bimîne û piştre dê Ereb parêzgarê xwe destîşan bikin.

Ji alîyê xwe ve, endamê Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û endamê encûmena Kerkûkê, Ebdullah Mîrweys, ji Dengê Amerîka re got ku partîya wî tu astengîyekê danayîne ber hilbijartina parêzgarekî ji pêkhateya Tirkmen.

Mîrweys diyar kir ku li gor peymana siyasî, dema mayî ya vê serdemê ji bo pêkhateya Tirkmen hatiye veqetandin û YNK'ê li benda hilbijartina berbijarekî ji aliyê Tirkmenan ve bû, da ku dengê xwe bide wî.

Ebdullah Mîrweys Endamê Encumena Kerkûkê

Wî got: "Em bi hevparîya rastîn a Kerkûkê bawer dikin û ji bo me Kerkûk a hemû pêkhateyan e."

Mîrweys herwiha got ku partîya wî amade ye di civîna bê Pêncşem an jî Înê de dengê xwe bide berendamê ku Tirkmen hilbijêrin.

Tê zanîn li sala 2025'an de, Rêbwar Taha parêzgarê berê posta parêzgerê Kerkûkê radestî nûnerê Tirkmenan kir, û Encûmena Parêzgehê Mihemed Sem'an Axa wek parêzgerê Kerkûkê hilbijart. Lê di 15'ê Cotmeha 2026'an de, Axa di parlemana Îraqê de wek Wezîrê Dewletê hate hilbijartin û sonda destûrî xwar.