Îro roja duşemê Serokê Sûrîyê Ehmed Şeri', li ser pêşwazîkirina Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, peyamek belav kir û tê de ragihand ku di hevdîtinê de li ser peywendîyên dualî û rêyên xurtkirina hevkarîyê, bi armanca xizmetkirina aramîyê û berjewendîyên her du gelan, gotûbêj kirine.
Şeri' bo cara yekem bi zimanê Kurdî, li ser platforma X'ê, bal kişande ser nirxa xwedîlêderketin û mêvandariya Herêma Kurdistanê ji bo gelê Sûrîyê di salên borî de bilind nirxand û hêvîya berdewamîya xebata hevbeş bi giyanekî hevkarî û biratîyê, ji bo xurtkirina cîrantîya baş, anî ziman.
Li gorî berdevkê Serokatîya Herêma Kurdistanê, Dilşad Şehab, peymana di navbera HSD'ê û hikûmeta Sûriyê de yek ji mijarên sereke yên civînê bû. Şehab got ku Herêma Kurdistanê ji destpêkê ve ji bo nêzîkkirina nêrînên aliyên cuda û gihîştina peymanê roleke erênî lîstiye û amade ye ku di vê warî de alîkariyê bike.
Di heman demê de, Şehab ragihand ku Serokê Sûrîyê rola Herêma Kurdistanê di vê pêvajoyê de pesend kir û hêvî kir ku serdana Barzanî bibe gaveke nû ji bo xurtkirina têkilîyên di navbera her du aliyan de.
Şirovekarê siyasî yê Sûrî, Mustefa Nueymî, gote Dengê Amerîka ku serdana Serokê Herêma Kurdistanê, Neçîrvan Barzanî, bo Şamê ji alîyê rêveberîya Sûriyê ve bi girîngiyeke mezin hatiye pêşwazîkirin.
Mustafa Nuaimî
Nueymî her wiha got ku peyamên erênî yên ku rêveberiya Sûriyê di vê serdanê de ji Barzanî re şandine. Û derbarê dosyaya Kurdî de, wî got ku bi biryara serokatiyê ya jimare 13, Kurdên Sûriyê yên ku berê ji hemwelatiyiyê bêpar mabûn, dîsa hemwelatiyetiya xwe û mafên wan ên medenî bi dest xistine.
Li gor Nueymî, herêmên Sûrîyê hêdî hêdî ber bi yekbûnê ve diçin û dibe ku di rojên bê de pêvajoya çareserkirina HSD'ê û tevlêbûna wê ya tevahî di sazîyên dewletê de were temamkirin.
Wî got Neçîrvan Barzanî dikare di kêmkirina tengezariyê û çareserkirina vê dosyaya aloz de roleke girîng bilîze, û destnîşan kir ku Barzanî di demên berê de jî di aramkirina rewşa Sûrîyê de roleke erênî lîstiye.