Li paytexta Awistriya(Nemsa), Viyenayê, civîna 13'emîn a Koma Kar a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li dijî Qaçaxçîtiya Koçberan ku du rojan dom kir bidawî bû.
Di civîna îsal de herî zêde giranî li ser mijarên hevkariya navdewletî di navbera welatên ku koçber jê tên, welatên di ser re derbas dibin (tranzit) û welatên ku diçinê, daku tora qaçaxçiyan bi temamî were hilweşandin, û dîsan li ser şopandina torên Dîjîtal û Diravî ji bo rûbirûbûna fînansekirina qaçaxçîtiyê û bikaranîna teknolojiyên nû (wekî torên civakî û sîstema fînanse ya dîjîtal) ji aliyê qaçaxçiyan ve.
Dîndar Zêbarî, Berpirsê Rêxistinê yê Raspardeyên Navneteweyî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, wekî beşek ji şandeya hikûmeta Îraqê, beşdarî van civinan bû, û di peyva xwe de serkeftina Herêma Kurdistanê di vegerandina 319 koçberan ji Lîbya û Tunisê di sala 2025an de û 197 koçberên din di destpêka sala 2026an de eşkere kir.
Zêbarî gote Dengê Amerîkayê ku komîteyek hevbeş û bilind pêk hatibû da penabrên kurd vegerin kurdistanê û bal kişand ser vê yekê ku hinek koçber ji aliyê mîlîşeyên li Lîbyayê ve hatine revandin û eşkencekirin.
"Pir caran ji bo azadkirina her kesekî, daxwaza 5 hezar dolaran dikirin, û carinan jî endamên laşê wan (organên wan) dihatin firotin," Zêbarî got.
Dindar Zebari, the Kurdistan Regional Government’s (KRG) Coordinator for International Advocacy
Li gor Zêbarî di çarçoveya pêngavên hikumeta Herêma Kurdistanê de ji bo rûbirûbûna qaçaxçîtî û bazirganiya mirovan, heya niha 65 qeçexçiyên biyanî li herêma Kurdistanê hatine girtin ku ji nasmeyên Sûrî, Îranî, Bengiladişî, û Tirkî ne.
Zêbarî dîsan bal kişand ser pêşkêşkirina pêşniyara yasayekê nû, daku pêşî li kompanyayên geştiyariyê yên sexte û torên qaçaxçîtiyê were girtin ku ciwanan nexapînin û wan nexin nava proseyên koçberiya neyasayî.
Zêbarî got ku Herêma Kurdistanê pişt bi Qanûna Herêmê ya Hejmar 6 a Sala 2018an girêdide, ku cezayên giran li ser vê yekê ferz dike. Her weha behsa qanûnên federalî jî kir, wek Qanûna Cezayan a Iraqê ya sala 1969an a guhertî, Qanûna Biyaniyan a sala 2017an, û Qanûna Pasaportan a sala 2015an. Lê belê, wî tekez kir ku ev Yasayan ji bo sekinandina qaçaxçîtiya mirovan ne bes in.
Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê ragehandibû ku di derbarê hejmara koçberên ji herêmê de amarên fermî û rast li cem wê nînin.
Amarên Rêxistina Lutka, ku balê dikişîne ser karûbarên koçberan, eşkere kirin ku di şeş mehên pêşîn ên sala 2026 de 11,740 welatiyên Îraqî ji bo penaberiyê li welatên Ewrupî serlêdan kirine.
Zêbarî tekez li ser pêwîstiya hişyarkirina ciwanan kir daku li welat bimînin û neçin koçberiyê, û nebin nêçîra torên qaçaxçîtiyê. Wî destnîşan kir ku divê reformên aborî yên zêdetir werin kirin û derfetên kar ji bo ciwanan werin dabînkirin.
Zêbarî diyar kir ku Hikûmeta niha ya Herêmê 120 hezar derfetên kar peyda kirine, û daxwaz kir ku civaka navdewletî piştgiriya xwe ji bo Herêma Kurdistanê zêdetir bike.
Hêjayî gotinê ye ku piştî dawîhatina civîna 13'emîn a Koma Kar, çalakiyeke din roja Çarşemê, 1ê Tîrmeha 2026an, bi navê "Diyaloga Pêncemîn a Avaker li ser Qaçaxçîtiya Koçberan" destpê kir, ku tê de rêxistinên sivîl (NGO), saziyên akademîk û aliyên peywendîdar beşdar bûn daku dîtin û pêşniyarên xwe yên ji bo rûbirûbûna vê diyardeyê pêşkêş bikin.