Piştî zêdetirî deh salan, Amerîkayê bi awayekî fermî operasyona leşkerî li Îraqê bi dawî anî. Bi derketina hêzên dawî yên Amerîkayê ji Hewlêrê di 30'yê Îlonê de, erka leşkerî ya ku di sala 2014'an de ji bo şikandina Daiş'ê dest pê kiribû, bi dawî hat. Washington dibêje ku ev qonax veguherîna ber bi têkilîyên parastinê yên dualî di navbera Amerîka û Îraqê de ye.
Lê li Herêma Kurdistanê, dawîhatina erka Hevpeymanîya Navneteweyî tenê guherînek nîne di warê hebûna hêzên biyanî de, belkî pirsyarên li ser ewlehîyê, parastina esmanî, piştgirîya îstîxbaratî û pêwendîyên ewlehîyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de derxistine pêş.
Mehmûd Xoşnaw, berpirsekî payebilind ê Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), ji Dengê Amerîka re got ku Herêma Kurdistanê di salên borî de ji alîyê Hevpeymanîya Navneteweyî ve, bi taybetî ji alîyê hêzên Amerîkayê ve, piştgirîyeke girîng di warê îstîxbaratê, şêwirmendîyê, lojîstîkê û rêxistina hêzên Pêşmerge de wergirtiye.
Mehmûd Xoşnaw Berpirsyarekê YNKê
Li gor wî, bi dawîhatina erka wan, dikare di van waran de valahîyeke mezin çêbike, bi taybetî di warê agahdarîya îstîxbaratî û şêwirmendîya ewlehîyê de.
Xoşnaw herwiha bal kişand ser valahîyên ewlehîyê li deverên di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên hikûmeta federal de, bi taybetî li Mûsil, Kerkûk, Diyala û Selahedînê valahîyên ewlehîyê hene, û di hin deveran de dûrahîya di navbera herdu xetên parastinê de carinan digihêje zêdetirî 20 kîlometreyan.
Wî got ku ji bo kêmkirina van valahîyan, divê herdu xetên parastinê bên yekxistin, navendên kordînasyonê bên çalakkirin, pergalên parastina esmanî û radar bên dabînkirin û esman bê parastin. Wî teqez kir ku ewlehîya Îraq û Herêma Kurdistanê ji hev nayên veqetandin û metirsîyên li Îraqê dikarin rasterast bandorê li ser Herêmê bikin.
Ji aliyê xwe ve, berpirsê karûbarên medyaya Erebî li Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, Ehmed Zawîteyî, ji Dengê Amerîka re got ku nîgeranîya Herêmê ne ji biryara derketina hêzên Amerîkayê ye, lê ji ber şiyanên hikûmeta Îraqê ye ku valahîyên ewlehîyê dagire û çekan bixe bin kontrola dewletê. Zawîteyî got ku kêmbûna parastina esmanî dikare Herêma Kurdistanê bixe ber metirsiyên mezin.
Ehmed Zawîteyî — Berpirsiyarê Karûbarên Medyaya Erebî li Ofîsa Serokwezîrê Hikumeta Herêma Kurdistanê
Zawîteyî got, "Herêm di salên borî de rastî zêdetirî hezar êrîşên bi mûşek û dronan hatiye û hebûna parastina esmanî ya Amerîkayê bandoreke mezin li ser kêmkirina encamên van êrîşan hebû."
Li gor Zawîteyî, Pêşmerge, wekî beşek ji sîstema parastina neteweyî ya Îraqê, divê wekî hêzên artêşa Îraqê di warê amûr û parastina asmanî de bêtin xurtkirin. Zawîteyî herwiha hişyarî da ku pirbûna navendên biryara çekdarî û hebûna hêzên çekdar ên li derveyî kontrola dewletê dikare bibe metirsîyek ji bo ewlehîya Îraq û Herêma Kurdistanê.
Xoşnaw û Zawîteyî bawer dikin ku di vê qonaxa nû de, ewlehîya Herêma Kurdistanê dê bi asta hevkarîyê navbera Hewlêr û Bexdayê, şîyanên Pêşmerge û şêwazê ku hikûmeta Îraqê dê berpirsiyarîya parastina esman û ewlehîya Herêmê bi cih bîne, girêdayî be.