Îraqê îro Yekşemê planeke nû ya nûavakirinê ji bo hêzên xwe yên leşkerî li seranserê welêt eşkere kir, bi armanca xurtkirina rolên artêş û polîsan û desthilatdarîya dewletê.
Sebah El-Nu'man, berdevkê fermî yê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê, gote Dengê Amerîkaya ku Îraq dest bi qonaxeke nû ya serwerîya tam kiriye. Ev qonax bi rêya ektîvkirina stratejîya "Yekbûna Ewlehîyê ya Berfireh" û navendîbûna biryarên leşkerî di destê dewletê de pêk tê.
Plana Nû ya Hêzên Çekdar
Di derbarê hûrgilîyên plana nû ya birêvebirina hêzên çekdar de, El-Nu'man dîyar kir ku Komîteya Bilind a Navendî — ku bi fermana Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar hatiye avakirin — dest bi wergirtina çek, cebilxane û baregehên leşkerî li devera Samarrayê kiriye.
Armanca vê pêngavê ew e ku hemû pêwendîyên siyasî yên hêzên çekdar werin qutkirin û hemû yekîneyên leşkerî rasterast bikevin bin sîwana sazîyên ewlehîyê yên fermî de, di heman demê de mafên darayî yên wan û şervanan werin parastin.
Dawîya Erka Hevpeymanîya Navneteweyî
Berdevkê leşkerî yê Serokwezîrê Îraqê, herweha got ku ev tevgera navxweyî bi erkêkî derveyî yê neçar re hevdem e ew jî: bidawîhatina neçar a mîsyona leşkerî ya hevpeymanîya navneteweyî di dawîya meha Îlonê de.
Li gor El-Nu'man, Piştî Îlonê, Îraq dê ber bi Hevkariyên dualî û wekhev ve biçe ku rêzê li serwerîya tam a Îraqê digirin.
Sebah Nu'iman
Di çarçoveya komkirina çekan di destê dewletê de, El-Nu'man tekez kir ku ev pêvajo êdî gihîştîye qonaxeke yasayî û mecbûrî û tu bijardeyek li derveyî yasayê nayê qebûlkirin.
"Pêşmerge Stûneka Destûrî ye"
Di bersiva pirsa girêdayî Pêşmerga, El-Nu'man got, rola Hêzên Pêşmerge yên qehreman wekî stûneke destûrî û bingehîn di sîstema parastina Îraqê de. Herweha El-Nu'man tekez kir li ser pabendbûna hikumeta Îraqê bi lênêrîna malbatên şehîd û birîndarên Pêşmergeyan, da ku yekbûna pergala ewlehîya neteweyî xurt bibe.
Kêşeya Herî Mezin a Ewlehiyê
Li ser pirsa kêşeya herî mezin a ewlehîyê ya îro, berdevkê fermî yê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê, diyar kir ku armanca serekî ya hikumeta nû ya Îraqê ewe bidawîkirina "leşkerîkirina bajaran" e û hawirdorên sivîl ji çekan werin paqijkirin û dosya ewlehîyê ya nav bajaran bi tevahî radestî Wezareta Navxweyî (Polîs) bibe.
"Xaka Iraqê nabe qada êrîşên li ser cîranan"
Di daxuyanîya xwe de bo Dengê Amerîkayê, Sabah El-Nu'man hişyarîyeke tund da û got ku biryara ewlehîyê ya Îraqê niha tenê di destê Fermandarê Giştî de ye û tekez kir: "Em rê nadin ku xaka me bibe cihê êrîşên li ser welatên cîran, û em tu destwerdanên derve di karûbarên xwe de qebûl nakin. Îraq amade ye bi hemû hêz û îmkanên xwe yên sîyasî serwerîya vê hevsengîyê biparêze."
Hêjayî gotinê ye ku Sebah el-Nu'man, berî ku di hikûmeta Elî el-Zeydî de wekî berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar dest bi kar bike, wekî berdevkê fermî yê Saziya Dijî Terorê ya Iraqê (CTS) kar dikir