Komîteyeke Hevbeş bo Çareserkirina Pirsgirêkên Bexda û Hewlêrê Hate Damezrandin

Wêne ji malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye wergirtin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Çarşemê avakirina komîteyeke hevbeş di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên mayî ragihand.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Pêşawa Hewramî, di daxuyanîyekê de dîyar kir "di civîna encûmena Wezîran ya îro çend mijarên girîng ên derbarê têkilîyên di navbera Hewler û Bexdayê de hatin daûstandin."


Hewramî got biryar hatiye dayîn ku komîteyeke hevbeş a asta bilind were avakirin da ku pirsgirêkên mayî di navbera herdu hikûmetan de gotûbêj û çareser bike, bi rengekî têkilîyên xurttir û hevrêzîya hevbeş pêş bixe.

Wî herwiha bal kişand bandora şerê berdewam li herêmê, ligel gefên ewlekarîyê yên ku bûne sedema krîzeke darayî ya giran ku bandor li ser rewşa aborî kiriye.

Zîrek Zêbarî, Endamê Komîteya Têkilîyên Derve li Parlamena Îraqê, ji Dengê Amerîka re got ku îro bi awayekî fermî komîteyeke hevbeş di navbera her du aliyan de hatiye avakirin, da ku nexşerêyekê ji bo çareserkirina hemû pirs û dozên hilavastî deyîne.

Zîrek Zêbarî

Zêbarî eşkere kir ku yek ji mijarên sereke yên di rojeva vê komîteyê de, pirsa dahatên ne neftî ye.

Li gor lihevkirinên pêşwext, biryar bû ku Herêma Kurdistanê mehane 120 milyar dînar radestî Bexdayê bike. Lê belê, Zêbarî destnîşan kir ku ji ber derbasbûna demê û mercên pir dijwar, aborîya Herêma Kurdistanê rûbûrûyî qeyraneke giran bûye.

Di berdewamîya daxuyaniya xwe de, parlamenterê Kurd tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê rijd e ku nîvê dahatên xwe yên ne neftî radestî hikûmeta Îraqê bike.

Zêbarî bal kişand ser berdewamîya danûstandinan di navbera Hewlêr û Bexdayê de, û got ev komîteya nû dê bi hûrgilî vekolînê li ser her yek ji van pirsên aborî û darayî bike da ku mafên her du alîyan werin parastin.