Piştî Du Salan ji Hilbijartinan Krîza Parlemento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dom Dike

Kurdistan Parliment

Du sal piştî hilbijartinên Herêma Kurdistanê, parlamento hîn jî çalak nebûye û nekariye xebatên xwe bi awayekî fermî û asayî dest pê bike, hikûmeta nû jî nehatiye pêkanîn.

Di wê demê de ku bangên ji aliyê piraniya partiyên siyasî ve ji bo aktîfkirina parlamentoyê zêde dibin, pirs ev e ka gelo şert û mercên siyasî yên navxweyî û guherînên li Îraq û herêmê dikarin rê li ber çareserkirina krîza siyasî ya dirêj vekin an na.

Bi helkefta derbasbûna du salan di ser hilbijartinên xula şeşemîn re a Parlamentoya Herêma Kurdistanê fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) daxuyaniyek belav kir, tê de daxwaz kir ku parleman demûdest were çalakkirin, desteya Serokatiyê were hilbijartin û ev pêvajo neyê girêdan bi nakokiyên siyasî ve.


Subhî Mandelawî: Ev Derengmayîn Zirar Daye Navdarîya Herêmê

Endamê Partiya Demokrata Kurdistanê Subhî Mendelawî, gote Dengê Amerîkayê ku derengmayîna vê pêvajoyê zirar daye navûdengê Herêmê, ji ber ku saziya yasadanîn û çavdêriyê bêçalakî maye û nehatîye aktîv kirin.

Sobhi al-Mandlawi, Kurdistan Democratic Party member

Mendelawî herwiha da zanîn ku di danûstandinên bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re gelek nakokî hatine çareserkirin û îradeyeke eşkere heye ku her du alî bigihîjin lihevhatinekê.

Wî tekez kir ku pêşketinên siyasî yên li Îraqê û herêmê hewce dikin ku hêzên siyasî yên Kurdistanê nakokiyên xwe paşguh bikin û di rêya çalakkirina parlemanî û avakirina hikûmeta nû de gavên cidî bavêjin.

Di dawiyê de wî destnîşan kir ku nîşaneyên erênî hene û got ku ew hêvîdar e lihevhatin di demeke nêz de bi encam bibe.

Sûrçî: Em ji bo Avakirina Hikûmetê li ser Parvekirina Postan bi Rêjeya %50 Îsrar dikin

Endamê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Xeyas Sûrçî dibêje ku hevpeymaniya partiya wî bi Tevgera Newey Niwê re xwedî hêzeke parlamentoyê ya bi bandor e li Herêma Kurdistanê.

Ghiath Surchi, member of the Patriotic Union of Kurdistan (PUK)

Sûrçî destnîşan kir ku partiya wî 23 kursî di Parlemana Herêma Kurdistanê de hene, di heman demê de hevpeymana wê bi Tevgera Newey Niwê re ku xwedî 15 kursiyan e, bi vê yekê jî hejmara giştî ya kursiyên her du aliyan digehêje 38 kursiyan, ji bilî piştgiriya nûnerên ji bo civaka Mesîhî di nav kursiyên kotayê de.

Sûrçî gote Dengê Amerîkayê, “divê (PDK) hevpeymaniya ku partiya wî li gel Tevgera Newey Niwê pêk aniye nas bike û ji bo danûstandinên li ser pêkanîna hikûmeta nû vegere ser maseya diyalogê.”

Li gor Sûrçî, nakokiya sereke di derbarê parvekirina desthilatdariyê û postên sereke yên hikûmetê de ye. Wî diyar kir ku partiya wî dê li ser parvekirina postan bi rêjeya %50 ji bo her aliyekî îsrar bike.

Yekgirtûya Îslamî: PDK û YNK berpirsiyarên paşxistin û lawazkirina Parlamana Kurdistanê ne

Ji alîyê xwe ve Serokê fraksiyona Yekgirtûya Îslamî di Parlemana Kurdistanê de, Mustefa Ebdullah gote Dengê Amerîkayê "Em neçalakkirin û paşxistina karên parlemanî û hevdîtinên desteya serokatiyê wekî şaşiyeke mezin dibînin. Berpirsiyarên sereke yên paşxistina vê pêvajoyê hem Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) e, û hem jî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ye."

Mustafa Abdullah, Head of the Kurdistan Islamic Union bloc in the Kurdistan Parliament

Ebdullah got jî: "Dema ji bo civîna sondxwarina parlamentoyê bang hat kirin, em di her du caran de jî amade bûn û me beşdarî di civînan de kir. Lê mixabin, îro saziya rewa ku Parlemana Kurdistanê ye gelekî lawaz bûye; Herêm niha bûye du zon, du îdare û du hukimdarî."

Heval Zaxoyî: Krîza Siyasî Bêhêvîtî Çêkiriye û Vekişîna DYA’yê Metirsiyan Zêde Dike

Heval Zaxoyî, rojnamevan û şirovekerê siyasî, gote Dengê Amerîkayê, " Ev tengasiya siyasî û nakokîyên bingehîn di nêrîn û rêbazên siyasî de ne, bi taybetî di navbera herdu partiyên mezin de PDK û YNK, bûne sedema ku parleman nikaribe civînên xwe pêk bîne. Ev rewş bandora xwe li ser tevahiya civaka Kurd li herêmê hiştîye, û ji du salan ve rewşeke bêhêvîtî û bendemayînê di nav gel, elîtên civakî û siyasî de belav bûye."

Heval Zakhoee, an Iraqi writer, journalist, researcher, and academic

Derbarê bandora derketina hêzên Amerîkî ji Îraqê Zaxoyî got:"Bêguman, derketina hêzên Amerîkayê dê bandorên neyînî li ser vê mijarê bihêle. Ji ber ku aliyên herêmî, hundirîn û heta navdewletî hene ku li bendê ne ji vê rewşa Herêma Kurdistanê sûd werbigirin. Tevî gelek civîn û danûstandinan di navbera du partiyan de ji bo çalakkirina parlementoyê, heta niha encamekî berbiçav derneketiye. Em hêvî dikin ku ev bang bibe sedem ku hemû aliyên siyasî yên Kurd bi ciddiyet ji bo derketina ji vê tengasiya siyasî bixebitin."

Weke çavdêr dibêjin, kirîza siyasî ya heyî, ne tenê di navbera aliyan de nakokiyan kûr dike, di heman demê de metrisiyeke mezin li ser navûdengîya Herêmê di asta navdewletî de çê dike.

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talanbanî roja Pênçşemê bal kişand ser bandora neyînî ya vê krîzê û hişyarî da ku derengketina di pêkanîna hikûmetê de baweriya hevpeymanên navdewletî bi Herêmê lawaz dike. Talenbanî ev rawestan wekî "xala reş" bi nav kir û destnîşan kir ku dostên Herêmê di civaka navdewletî de hêdî hêdî hêviya xwe ji bo şiyana aliyên Kurdî ya ji bo çareserkirina nakokiyan winda dikin. Wî bang kir ku bêyî derengxistinên zêdetir gav ber bi avakirina hikûmetê ve werin avêtin.