Desthilatên Destûrî di Navbera Bexda û Hewlêrê de

Logoya Dadgeha Fedral ya Îraqê

Biryarên ku Dadgeha Federal a Bilind a Îraqê roja Çarşemê derbarê desthilatên hikûmeta federal li Herêma Kurdistanê derxistin, careke din gotûbêjên li ser sînorên desthilatên destûrî yên Bexda û Hewlêrê û şiyana destûra sala 2005’an ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera her du aliyan de xiste rojevê.

Dadgeha Federal piştrast kir ku tedbîrên serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî girtine, li gorî destûrê ne û tekez kir ku parastina sînoran, birêvebirina samanên petrolê, siyaseta darayî û gumrikî li seranserê Îraqê, Herêma Kurdistanê jî di nav de, di çarçoveya desthilatên taybet ên rayedarên federal de ne.

Dadgeha Federal herwiha biryar da ku hikûmeta federal dikare ji bo ewlekariya sînorên nêdewletî yên Îraqê, tevî sînorên li deverên ku di bin rêveberiya Herêma Kurdistanê de ne, hêzên federal bi cih bike.

Di dema ku Bexda û Hewlêr ji bo parastina helwestan, xwe dispêrin destûrê, pirsa şiyana destûra Îraqê ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera herdu aliyan de careke din tê rojevê.

Hewlêr ji vegera ber bi desthilata navendî ve hişyarî dide

Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê di civîna xwe ya roja Çarşemê de, bi serokatiya Mesrûr Barzanî, careke din tekez kir ku Herêma Kurdistanê bi hemû erkên xwe yên destûrî ve girêdayî ye û daxwaza dabînkirina hemû mafên xwe yên destûrî dike.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha amadebûna xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên mayî di navbera Hewlêr û Bexda de, di çarçoveya destûrê de, dubare kir.

Encumena Wezîran daxuyaniya ku bi navê berdevkê fermandarê giştî yê hêzên çekdar ên Îraqê hatibû weşandin, wek binpêkirina destûr û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bi nav kir.

Li gorî hikûmeta Herêma Kurdistanê, ev daxuyanî nîşaneyeke metirsîdare a nebaweriya bi pergala federal e û hewldanek e ji bo vegerandina Îraqê ber bi desthilata navendî ve.

Şêwirmendê serokwezîrê Îraqê: Bexda li ser desthilatên xwe yên destûrî rijde û tedbîrên xwe dê bidomîne

Li hemberî vê yekê, Şêwirmendê serokwezîrê Îraqê Abdul Amîr Tei'êban, ji Dengê Amerîka re got ku hikûmeta federal li ser parastina desthilatên ku destûrê dayîne wê îsrar dike û tevî nerazîbûna hikûmeta Herêma Kurdistanê, dê tedbîrên xwe bidomîne.

Tei'êban diyar kir ku piştî komîteyên lêkolînê, binpêkirin û qaçaxçîtiya samanên neteweyî li Kerkûkê û hin deverên Herêma Kurdistanê eşkere kirin, hikûmeta federal biryarên ji kar dûrxistina hin berpirsan û rawestandina qaçaxçîtiyê da.

Abdul Amir Taiban, Advisor to the Prime Minister for Tribal Affairs

Şêwirmendê serokwezîrê Îraqê bal kişande ser madeyên 110 û 112an ên destûrê ku desthilatên taybet di warê ewlehî, berevanî, deriyên sînorî, gumrik û samanên petrol û niştimanî de didin desthilata federal, û dibêje: "Destûr serwer e û divê Herêm pabendî wê bibe."

Tei'êban, tekez kir ku hikûmeta federal dê tedbîrên xwe bidomîne da ku dawî li tiştên ku wî wek dizî, binpêkirin û destdirêjiya li ser dewlemendiya neteweyî bi nav kir, bîne.

Wî ji hikûmeta Herêma Kurdistanê xwest ku ji bo berjewendiyên Îraqê û Herêma Kurdistanê li gorî destûrê tevbigere.

Destûrek û şîrovekirinên cûda

Di dema ku Bexda û Hewlêr ji bo parastina helwestan xwe dispêrin destûrê, Pisporê destûrî Meysem Henzel gote Dengê Amerîka ku nermiya darêtina madeyên ji 110 heta 115an di destûra sala 2005an de rê li ber şîroveyên cûda yên desthilatan di navbera Bexda û Hewlêrê de vekiriye.

Henzel balê dikşîne ser wê yekê ku madeya 110an petrol û gaz nexistiye nav desthilatên taybet ên hikûmeta federal, û tekez dike ku destûra niha dikare bibe çareserî eger îradeya rastîn a siyasî hebe, lê nebûna yasayên rêkxistinê yên desthilatên hevbeş, bi taybetî yasaya petrol û gazê ya ku ji sala 2003an ve rawestiyayî ye, girêka sereke ya berdewamiya kêşmekêşa di navbera her du aliyan de dihêle.

Prof. Dr. Maitham Handhal, Constitutional Law Expert

Li gorî Henzil, guhertineke eşkere di destûrê de dikare bibe çareseriyek ji bo vê pirsgirêkê. Lê pêkanîna wê di şert û mercên siyasî yên heyî de û li ber mekanîzmayên ku destûra sala 2005’an ji bo guhertina xwe destnîşan kirine, zehmet e.

Ji ber vê yekê, ew dibêje ku rêya din a çareseriyê derxistina qanûnên rêkxistinê ye, ku têkilî û desthilatên hevpar ên hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê diyar bikin.

Di navbera rijdbûna Bexda li ser desthilatên federal û hişyariyên Hewlêrê derbarê parastina pergala federal de, biryara nû ya Dadgeha Federal pirseke berfirehtir derdixe pêş.

Encûmena Bilind a Dadwerî ya Îraqê jî îro Çarşemê tekezî li ser pêwîstiya pabendbûna hikûmeta federal, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû aliyên siyasî yên peywendîdar bi bendên destûra dayîmî ya welat re kir.

Encûmenê di daxuyaniyeke fermî de diyar kir ku "Îraq dewleteke federal a yekgirtî ya xwedî serwerî ye, sîstema desthilatdariyê tê de komarî, parlamentoyî û demokratîk e, û garantîkarê vê dewletê bendên destûra sala 2005an in, ku erkê şîrovekirina deqên wê dikeve ser milê Dadgeha Bilind a Federal."