Dosyaya Mîlîşyayên li Curf al-Sexir li ber Destê Hikûmet û Parlemana Îraqê ye

Iraq-Militias

Dosyaya Curf el-Sexir an Curf el-Nasir, ku Hikûmetên berê yên Îraqê nekarîn çareser bikin, careke din vegeriya rojevê. Piştî ku raporên îstixbaratî behsa hebûna operasyonên qaçaxçîtîya petrolê li vê herêma parêzgeha Babilê kirin, hikûmeta Îraqê û Parlemanê gav ji bo lêkolînkirina van îdîayan avêtin.

Di vê çarçoveyê de, Serokwezîrê Îraqê, Elî Zeydî, biryara avakirina komîteyekê ya hikûmetî da, da ku agahîyên derbarê qaçaxçîtîya petrolê de lêkolîn bike. Herwiha, Serokê Parlemanê, Heybet Helbûsî jî fermana avakirina komîteyekê ya parlemanî da ku raporta îstixbaratî ya derbarê vê dosyayê de lêkolîn bike.

Komîteyên hikûmî û parlemanî piştî belavbûna raporteke îstixbaratî ya 19 rûpelî hatin avakirin. Li gorî naveroka raportê ya ku medyayê belav kiriye, wêneyên ji asmanî hatine girtin û analîzên cografî hatine bikaranîn da ku tevgera tankeran û hin cihên nêzî borîyên petrolê di navbera salên 2021 û 2026 de bên şopandin.

Ev raporta dawîyê ya girêdayî binpêkirinên li ser boriyên petrolê li Curf el-Sexir, careke din mijara gihîştina sazîyên dewleta Îraqê bo herêmê û şiyana wan a ji bo kontrolkirina hêlên veguhestinê û komên çekdar anî rojevê.

Endamê Komîteya Ewlekarî û Berevanîyê ya Parlemanê û Parlamenterê Parêzgeha Babilê, Yasir Îskender Witwit, tekez kir ku herêma Curf el-Nesir ji ber bandora xwe ya jîyosîyasî, erdnîgarî û ewlehîyê li parêzgeha Babilê û herêma Firata Navîn, li cem dewletê xwedî girîngîyeke mezin e.

Yasir Eskender Witwit, Endamî Parlemana Îraqê

Witwit gote Dengê Amerîkayê ku biryarên Hîkûmetê û Parlemanî wergirtin armanc dikin ku ewlekarî û aramîyê xurt bikin, desthilata dewletê û yasayê bisepînin, û misoger bikin ku hemû pêkhateyên Heşdê di bin îradeya sazîyên fermî de bin da ku dîsîplîn û pêgeha wan were xurtkirin.

Herwiha Witwit bal kişand ser wê yekê ku hikûmeta Îraqê komîteyeke bilind a hevbeş ji hêzên çekdar û dezgehên îstîxbaratî pêk anîye ji bo şopandina dosya qaçaxçîtîyê û gihîştina encamên dawî yên lêkolînan, û hişyarî da ku pêşwext biryar li ser karê komîteyên fermî û parlemaê yên ku ji bo vê mijarê hatine avakirin neyê dayîn.

Witwit anî ziman ku desthilata dewletê û sepandina hêza wê bêyî cudahî li ser hemû axa Îraqê tê cîbicîkirin, û amaje bi piştgirîya temam a ji bo wan biryar û gavan kir ku armanca wan parastina heybeta sazîyên ewlehî û leşkerî ye, ligel rêgirtina li her bikaranîneke neyînî ya komên Heşdê li derveyî rênima û yasayan.

Di vê çarçoveyê de, pisporê ewlehîyê Ehmed Şerîfî dibêje ku Curf el-Sexir li gorî nirxandina wî derveyî desthilata dewletê ye û ne wezareta Navxwe û ne jî Wezareta Berevanîyê nikarin di wê herêmê de hebûna xwe ferz bikin.

Şerîfî herwiha gote Dengê Amerîkayê, ku agahîyên li ser kesên ku li herêmê kontrolê dikin û cih û sazgehên heyî ne zelal in. Li gorî nirxandina wî, pirsa Curf el-Sexir êdî ne tenê mijareke ewlehîyê ye, lê beşek ji pirsa serwerîya Îraqê ye.

Ahmed Al-Sharifi, Iraqi political and strategic security analyst

Şerîfî bawer dike ku avakirina komîteyên lêkolînê bi tenê nikare vê pirsgirêkê çareser bike, û destnîşan dike ku bandora komên çekdar li ser hin sazîyên dewletê û biryarên siyasî û ewlehîyê dikare pêşîya pêkanîna tedbîrên cidî bigire.

Derbarê şiyana Serokwezîr Elî Zeydî ji bo rûbirûbûna bi komên çekdar re, Şerîfî gumanên xwe derbarê şîyana wî ya ji bo girtina biryarên dijwar anî ziman. Wî got ku girêdana siyasî ya Zeydî bi Çarçoveya Hevrêzî û berjewendîyên aborî û veberhênana wî dikarin qada tevgera wî teng bikin.

Bi astengkirina ketina komîteya hikûmetê nav Curf Sexir, pirsên nû derbarê şiyana sazîyên fermî yên Îraqê ji bo gihîştina vê herêmê û lêkolîna îdîayên qaçaxçêtîya petrolê derdikevin holê. Encama lêkolîna herdu komîteyan dê diyar bike ka ew dikarin agahîyên rapora îstixbaratî piştrast bikin û gavên praktîkî ji bo çareserkirina dosyê bavêjin an na.

Parêzgarê Babilê Dest ji Karê Xwe Berda

Rewş li Parêzgeha Babil alozetir dibe ji ber ku Parêzgarê Babilê Elî Turkî Cemalî, roja Pêncşemê gote Ajansa Nûçeyan a Îraqê (INA) wî dest ji karê xwe berda, bêyî ku sedemên wê eşkere bike.

Ev hat yek roj piştî biryara Serokwezîr Elî Zeydî ku komîteyek ji bo lêkolîna li ser gumanên qaçaxçîtîya petrolê li herêma Curf el-Sexir pêk anîbû.

Çavkanîyek ku di hikûmeta berê ya parêzgeha Babilê de endam bû û nexwest navê wê eşkere bibe, ji Dengê Amerîkayê re got ku Parêzgar Turkî, li ser daxwaza sekreterê giştî yê Tevgera Asaib Ehl el-Heq, Qeys Xez'elî, biryara îstifakirinê daye, di çarçoveya pêşketinên girêdayî Curf el-Sexir de. Li gorî vê çavkanîyê, nameya îstifayê hê negihîştiye Encumena Parêzgeha Babilê û dibîne ku rewş wê aloztir bibe ji berku postê Parêzgarî bahra Tevgera Xezalî ye. .

Heman çavkanî diyar kir ku herêma Curf el Sexer bi salane li jêr controla komên çekdare û Heşda Şeibî bitaybet Ketayîb Hizballah a girêdayî Îranê ye.

Di aliyekî din ve, di dema ku pirsa Curf al-Sexir bûye mijareke danûstandinên siyasî û ewlehîyê de, Serokwezîr Elî Zeydî roja Pêncşemê Hadi Amirî, serokê Rêxistina Bedrê, Faleh Feyad, serokê Heyeta Heşdî Şe’bî, û Abdulezîz Muhendis, serokê Erkana Heşda Şe’bî, pêşwazî kir.

Li gorî daxuyanîya nivîsgeha ragihandinê ya serokwezîr, di civînê de gelek mijarên girêdayî rewşa siyasî û ewlehîyê ya Îraqê û herêmê hatin gotûbêj kirin. Her çende navê Curf el-Sexir nehat lê Zeydî got ku hikûmeta dê bernameya xwe bidomîne û ji bo bihêzkirina serwerîya dewletê û serwerîya yasayê bixebite.
Tê zanîn Hikûmeta Zeydî 30'ê Hezîrana 2027'an wekî dema dawî ji bo radestkirina çekên hemû koman diyar kir, ligel berdewamkirina danûstandinên xwe bi wan re.