Berdevkê fermî yê Konferansa Encûmena Wezîrên Karên Derve ya Rêxistina Hevkariya Îslamî, Hesenên Kamil, ragehand ku mêvandariya Bexdayê ji bo 52emîn civîna salane, cih û rola dîplomatîk a Îraqê di asta herêmî û navneteweyî de bihêztir dike.
Balyoz Hesenên gote Dengê Amerîkayê ku Wezareta Karên Derve ya Îraqê bi hevkariya aliyên peywendîdar ên hukûmetê re li ser amadekariyên teknîkî, lojîstîkî û ewlehiyê dixebite da ku civîn bi serkeftî di 17 û 18ê vê meha Cotmeha bi encam bibe.
Ambassador Hassanein Kamel, the official spokesperson for the OIC Council of Foreign Ministers conference
Wî diyar kir ku ev civîn piştî 45 salan cara yekem e ku li Bexdayê tê lidarxistin. Dawiya carê paytexta Îraqê di sala 1981an de mêvandariya vê civînê kiribû.
Li gorî Hesenên, Îraqê bi mêvandariya vê xulê re dê heta salekê serokatiya Encûmena Wezîrên Karên Derve ya Rêxistina Hevkariya Îslamî bike.
Wî got ku ev gava dîplomatîk nîşana vegera Îraqê ye bo rola çalak û bi bandor di mijarên herêmî û navneteweyî de.
Balyoz Hesenên herwiha got ku peyama Îraqê eşkere ye, "Bexda platformeke ji bo diyalog, têgihiştin, nêzkîkkirina nêrînên cuda û kêmkirina alozîyan e." Wî dîsan got ku Îraq bang ji bo çareserkirina nakokiyan bi rêya dîplomasiyê û zêdekirina hevkarî û pêşketinê dike, da ku berjewendiyên hevpar ên welatên cîhana îslamî werin parastin.