Îraq Hilberîna Petrolê Zêde Dike û li gel Tirkîyê Peymaneke Nû Dixwaze

Saleem Al-Rekabi

Wezareta Niftê ya Îraqê ragihand ku kompanîya SOMO ku berpirse ji hinarde û bazarê petrola Îraqê ewê bi kompanîyên navnetewî re planekê çê bike ji bo hinartina petrola Îraqê bo sê bazarên navnetewî ew jî Amerîka, Asya û Ewrupa ne."

Selîm El-Rikabî Berdevkê Wezareta Nifta Îraqê ji Dengê Amerîka re got ku hewldanên Wezaretê û şaxê wê yê hinardekirinê berdewam in ji bo destnîşankirina îmkanên hinardekirinê nefta xav bi hemî cûrên xwe ve, çi bi rêka bejayî ya tankeran yan ji bi rêya borîyên neftê yên di navbera Îraq û Tirkîyê de."


El-Rikabî herweha bal kişand ser peymaneke nû di navbera Îraq û Tirkîyê di demeke nîzîk de û got: "Derbarê peymana berê ya Îraq û Tirkîyê dê meha Tîrmehê ya îsal bidawî bibe, "wek dizanin ku Wezîrê Niftê giringîyeke mezin dide vê pirsê, ji ber wê yekê reşnivîeke nû ji alîyê komîteya wezaretê ve hatîye amadekirin û piştra bi şanda Tirkîyê re gotûbêj bikin."

"Reşnivîs kar li ser tê kirin ji bo ku herdu alî, hem alîyê Îraqê û hem jî yê Tirkîyê razîbûna xwe li ser naveroka peymana nû ragihînin, û bi hêvîya xwedê kar baş birêve diçe," El-Rikabî got.

Îraq di nav wan welatan de ye ku ji destpêka pevçûnên di Tengava Hormuzê de - ku damarek girîng ji bo dabînkirina enerjîya cîhanî ye - herî zêde bandor li ser wan bûye. Li gorî daxuyanîyên berê yên Wezareta Niftê, Bexda neçar ma ku hilberîna xwe ya petrolê bi qasî 70% kêm bike.


El-Rikabî dîyar kir ku Îraq niha nêzîkî 1.5 milyon bermîl petrolê hildiberîne; ev berhem ji bo karkirina parzûngehên petrolê û bingehên berhemînana elektrîkê û Petrola mayî jî ji bo hinartina derve ye.

Li gor Rikabî "Niha mîqdarek nefta amde heye ji bo hinardekirinê bo derve ku rojane nêzîkî 190 hezar bermîl in".


Di çarçoveyeke peywendîdar de, Îraqê li gel 6 welatên endamên OPEC+ Îro yekşmê biryar da ku ji meha Tîrmeha 2026an pê de, berhemanîna neftê rojanî bi rêjeya 188 hezar bermîlan zêde bike, û pişka Îraqê zêdekirina rojanî bi rêjeya 26 hezae bermîlan e.