Heşda Şe'ibî Daxwaza Kampan li Derveyî Bajarên Îraqê Dike

Dosyaya "Heşda Şe'ibî" careke din vegerîya pêş qada siyasî ya Îraqê, ligel hewldanên hikûmeta Îraqê ya nû ji bo kontrolkirina çekên mîlîşyayan û helandina wan di nav sazîyên ewlehîyê yên fermî de.

Piştî derbasbûna 12 salan li ser avakirina desteya Heşda Şe'ibî li Îraqê, Serokê Desteyê Faleh El Feyaz, roja Yekşemê bang li Serokwezîrê Îraqê Elî El Zeydî kir ku binesazî û kampên leşkerî yên taybet ji bo van hêzan li "derveyî bajaran" ava bike.

Ev gav di çarçoveya stratejîk de wekî hewldanek ji bo kêmkirina zextên siyasî û raya giştî yên li ser hebûna çekdaran di nav bajaran de tê nirxandin.

Hevpeymanîya Çarçoveya Hemahengîya Şî'ayan roja Yekşemê daxuyanîyek di salvegera fetwaya “Cîhad el-Kîfa'i” weşand, tê de piştrast kir ku sînordarkirina hebûna çekan ji bo dewleta Îraqê stûneke bingehîn e ji bo parastina niştimanî.

Eqîl El Rudeynî, Peyvdarê Hevpeymanîya El Nesir, di daxuyanîyeke taybet de ji bo "Dengê Amerîka" ragihand ku daxwaz û hezke xurt di na hêzên siyasî yên Çarçoveya Hemahengîyê û alîyên din de heye ji bo kontrolkirina çekan.

Aqil Al-Rudaini

El-Rudeynî destnîşan kir ku hewldanên mehên borî bûne sedem ku hejmareke girîng a komên çekdar qebûl bikin ku bikevin bin sîwana desthilata giştî û bin fermandarîya Serokwezîr û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar.

Peyvdarê Hevpeymanîya El Nesir diyar kir ku ev yek ji mêj ve (ji sala 2018'an ve) daxwaza serekî ya Merci'yeta Bilind a Şî'e li Necef bûye.

Wî got ku îro ev daxwaz bi ser ketiye û hejmareke mezin a komên çekdar amade ne ku çekên xwe deynin û di nav sîstema siyasî û leşkerî ya fermî de bihêlin da ku li Îraqê tenê yek desthilat û yek çek hebe.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, El Rudeynî hişyariyek da û ragihand: "Ew komên çekdar ku neyên bin sîwana dewletê, dê wekî komên ji derveyî qanûnê werin hejmartin û dê rûbûrûyî rênimayî û gavên qanûnî bibin."

Wî zêde kir ku niha li ser vê mijarê lihevhatineke giştî di navbera Desthilata Olî ya Şî'eyan, Çarçoveya Hemahengîya, aliyên siyasî ku Hêzên Heşda Şe'ibî û hemû hêz bi tevahî di bin fermandariya leşkerî ya navendî de bin.

Ji aliyekî din ve, pisporên sîyasî û ewlehî dibînin ku plana veguhastina baregehan, her çend fersendê dide sazkirina sîstemeke serbixwe ya dewletê, lê rûbûrûyî astengiyên logistîk û aborî yên mezin dibe; ji ber ku hinek mîlîşyayên xwedî bandor vê gavê wekî lawazkirina pêgeha xwe ya siyasî û aborî li ser erdê dibînin.

Îmad Elo

Pisporê pirsên Ewlehiyê Dr. Îmad Elo ji Dengê Amerîka re got: "Ya rast ji sala 2003'an û vir ve her hemî hikûmetên Îraqê yên yek li du yekê dirûşma wan serwerîya yasayî û kontrola dewletê ya ser çekan bû, lê gavên cidî nehatine avêtin, ku civak û kolana Îraqî hest pê bike ku di wê çarçoveyê de tiştek hatîye kirin."

"Piştî ku birêz Elî El-Zeydî Serokwezîrê nû desthilat wergirt mirov hest dike ku kar ji bo çek di dest dewletê de be tê kirin," Dr. Elo got.

Şîrovekar Elo herwiha got: "Lê mixabin ku bernameke zelal ya hilweşandina komên çekdar tuneye, ji ber ku daxuyaniyên dijber ji berpirsên Îraqê û berpirsên Heşda Şe'ibî derdikevin, ewê demekê dirêj bikêşe heta ku plana çek tenê di dest dewletê de bin serbigire û serkeve."

Çavdêr helwdanên hikûmeta Zeydî ya ji bo nehiştina komên çekdar weke gavekê dibînin ku bi niyeta baş nîşanî Washingtonê bide di yek ji mijarên herî hestyar ên di têkilîyên dualî de.