Siûdî û Îraq Kontrola Komên Çekdar Gotûbêj Dikin

Şandeka ewlehîyê ya Îraqê bi serokatîya Generalê Artêşê Ebdulemîr El-Şemerî îro Pêncşemê serdana paytexta Siûdîyê Riyadê kir, ji bo gotûbêjkirina çend dosyayên ewlehîyê, di nav de doza dronan, û herwiha rêbazên xurtkirina hevrêzî û hevkarîya di navbera herdu welatan de.

Serdana şanda Îraqî di demeke hestiyar a herêmî de tê, li dema ku Riyad û Bexda hewl didin ku alozîyên ewlehîyê bi diyalog û hemahengîya rasterast kêm bikin.

Şîrovekar dibêjin ku serdan tenê civîneke ewlehîyê nîne, lê test e ji bo şîyanên herdu alîyan ku ji peyamên siyasî derbasî gavên praktîkî bibin.

Endamê Meclîsa Şûra ya Siûdîyê, Dr. Mifleh bin Rebîan el-Qehtanî, gote Dengê Amerîkayê ku peyama sereke ya Riyadê ew e ku ewlehîya Îraq û Siûdiyê bi hev ve girêdayî ye. Li gorî wî, Sûdî dixwaze pirsgirêkên ewlehîyê bi rêya diyaloga rasterast bi hikûmeta Îraqê û sazîyên fermî re çareser bike.

Dr. Mifleh bin Rebîan el-Qehtanî, Akademîsyen û endamê Meclîsa Şûraya Sûdiyê

Qehtanî herwiha dibêje ku mijara sereke ji bo Riyadê, berpirsiyariya dewleta Îraqê ye ku nehêle ti kom an hêzeke çekdar axa Îraqê ji bo gefxwarin an êrîşkirina li ser welatên cîran bikar neyîne.

Di heman çarçoveyê de, pisporê komên terorîst, Fazil Ebû Rixîf, dibêje ku hikûmeta Îraqê ber bi danûstandinên rastîn bi komên çekdar ve dimeşe, bi taybetî li ser mijara radestkirina çekan piştî dawîya Îlona 2026'an.

Ebû Rixîf ji Dengê Amerîka re got ku dibe ku roleke Amerîkayê di rêxistina plana vê serdanê de hebe, û ew bawer dike ku alîyê Amerîkî piştgiriya vê serdanê bike ji bo nehiştina hemû astengîyên ku dikevin di navbera Îraqî û Siûdîyan de.

Fazil Ebû Rixîf, pisporê dîroka komên terorîst

Ebû Rixîf dibêje ku diyaloga kûr û rasteqîn dikare rê li ber dîtina mekanîzmên radestkirina çekan veke. Lê ew hişdarîyê dide ku zexta rasterast a Amerîkayê li ser hikûmeta Îraqê dikare bibe sedema ku hin komên çekdar li hember zexta Amerîkayê ser hişiktir bibin.

Ji alîyê xwe ve, endamê Meclîsa Şûra ya Siûdîyê, Dr. Qehtanî dibêje ku Amerîka dikare di warê parvekirina agahiyan, hişyarkirina zû û şopandina gefên ewlehiyê de roleke piştgirîkar bilîze. Lê li gorî wî, bingehê çareserkirina pirsgirêkê divê di navbera Riyad û Bexdayê de bimîne.

Ev serdan piştî aloziyeke ewlehiyê di navbera her du welatan de tê; ev jî piştî ku Wezareta Berevaniyê ya Siûdî di 27ê Tîrmeha borî de ragihand ku wan çend dron xistine xwarê, û diyar kir ku ew ji axa Îraqê hatine avêtin û Riyadê milîşên Îraqî yên nêzîkî Îranê bi encamdana van êrîşan tawanbar kir.

Paşê, di 29'ê Tîrmehê de, Siûdîyê ragihand ku wan bi hevrêzîya Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li ser hin armancên diyar ên li nava Îraqê xistin, û diyar kir ku ev êrîş ji ber armanckirina tesîsên wan ên petrolê û di çarçoveya "mafê parastina rewa" de hatine kirin.