Serokwezîrê Îraqê Elî el-Zeydî roja Çarşemê dest bi gera xwe ya welatên Kendavê kir û Riyad rawistgeha yêkê ya serdana wî bû. Di çarçoveya serdanê de, Zeydî bi Mîrê Cîgir yê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman re civiya.
Di civînê de, herdu aliyan li ser pêşveçûnên herêmî û rêyên hevrêzîyê û hewldanên ji bo bihêzkirina ewlehî û aramiya herêmê axivîn. Herwiha, têkiliyên navbera Îraq û Erebistana Siûdî û awayên pêşxistina wan di gelek waran de hatin gotûbêkirin, bi taybetî di warê hevrêzîya ewlehiyê de.
Li gor daxuyaniya hikûmeta Îraqê, Serokwezîr Zeydî tekez kir ku Îraq rê nade ku axa wê ji bo kiryarên ku ewlehiya Erebistana Siûdî û welatên herêmê dixe metirsiyê were bikaranîn. Wî herwiha got ku Bexda bi prensîba cîranîtiya baş, rêzgirtina serweriya welatan û pêşxistina têkiliyên baş bi welatên bira û heval re girêdayî ye.
Zeydî herwiha êrîşa li Balafirgeha Navneteweyî ya Şah Xalid li Riyadê şermezar kir û got hikûmeta Îraqê li dijî her êrîşekê ye ku sivîl û saziyên sivîl armanc digire, ji ber ku ev kiryar ewlehî û aramiya herêmê dixe metirsiyê.
Endamê Meclîsa Şûraya Siûdî gote Dengê Amerîka: Zeydî Sê Peyam bi xwe re anîn
Di vê çarçoveyê de, endamê Meclîsa Şûra ya Siûdî Muflih El-Qehtanî gote Dengê Amerîkayê ku serdana Zeydî di demeke pir hestyar de tê kirin û sê peyamên sereke yên ewlehî, aborî û siyasî hildigre.
Dr. Muflih bin Rabiaan Al-Qahtani, Member of the Shura Council in Sudi Arabia
Wî got ku Îraq û Erebistana Siûdî derfetên girîng hene ku hevkariya xwe di warên enerjiyê, weberhênan, veguhestinê û ewlehiyê de pêş bixin, û hêvî kir ku Bexda gavên praktîkî bavêje da ku çek tenê di destê dewletê de bimîne û Îraq bibe pira aramkirinê li herêmê, ne qada hesab pirsînê.
Ev serdana Zeydî pêkhat, piştî ku serdana berê ya bo Riyadê di Tîrmeha borî de ji ber zêdebûna girjîyên ewlehiyê yên herêmê hatbû betalkirin.
Di wê demê de, êrîşên leşkerî yên Amerîkayê û Sîûdîyê baregehên Heşda Şe'bî li Îraqê kirbûn armac, di nav sedemên sereke yên paşxistina serdanê de bû.
Endamê Meclîsa Şûra ya Siûdî Muflih El-Qehtanî tekez kir ku rola ku niha ji Bexdayê tê hêvîkirin ew e ku bibe dewleteke ku biryarên xwe bi serbixwe digire û têkiliyên xwe bi hevsengî bi rê ve bibe, û di herêmê de rola pireke aramkirin û aramê bilîze û ne bibe sedemek ji bo xem an metirsiyê bo welatên Kendavê û cîranên xwe yên Ereb.