Îro roja Pêncşemê Wezareta Berevanîya Îraqê ragihand ku Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Elî Zeydî, ferman da ku asta amadebûna ewlehî û amadekariya şer ya hêzên ewlehî û leşkerî bihête bilindkirin.
Li gor daxuyaniya berdevkê Wezareta Berevanîya Îraqê, lîwa Yehya Resûl li ser Xê, di vê çarçoveyê de dê praktîkên perwerdeyî û tevgera yekîneyên leşkerî bêne kirin, da ku asta amadebûna hemû yekîneyên ewlehî û leşkerî berdewam bibe.
Ev gav çend demjimêran piştî daxuyanîya Hevpeymanîya Rêvebiriya Dewletê hat avêtin;
Di daxuyaniyê de hikûmat û aliyên siyasî bi tundî red kirin ku axa Îraqê ji bo êrîşkirina ser welatên cîran bê bikaranîn.
Di heman demê de, Şaneya Ragihandina Ewlehiyê got ku ev bilindkirina asta amadekarîyan ji xetên sînor dest pê dike û heta tevgerên meydanî yên li hemû herêman digire nava xwe.
Dr. Husên Elawî , pisporê karên siyasî û stratejîk, gote Dengê Amerîkayê ku îro dewleta Îraqê bi hevkariya her sê desthilatdarîyan û bi piştgiriya hêzên siyasî, dixebite da ku aramiya welêt biparêze, qanûnan biçespîne û pêşketin û geşedana aborî destek bike.
Husên Elawî
Wî got serokwezîr Zeydî dixwaze bi stratejiya(Îraq li pêşîya her tişt), rêveberiya dewletê li ser berjewendiya Îraqê ava bike. Ev stratejî li ser sê rêbazên sereke ye: reforma siyaseta giştî, sînordarkirina çekan di destê dewletê de û şerê li dijî gendeliyê.
Lê Mihemed Zengene Şirovekarê Kurd, bawer dike ku sedema sereke ya bilindkirina asta amadekarîyên ewlehî û leşkerî, "tirs"e, ji ber ku hin komên çekdar dikarin bêyî rêberiya fermî ya hikûmetê û Serokê Hêzên Çekdar êrîşî welatên cîran bikin.
Mehemed Zengene
Zengene dibêje, li gorî agahiyên îstixbaratî, hin tevgerên neqanûnî ji aliyê hin milîşyan ve hatine dîtin. Her wiha, tirsek heye ku piştî êrîşên Siûdîyên vê dawîyê hin aliyan hewl bidin bersiveke tolhildanê bidin.
Zengen got, "sedemeke din jî tirs e ji operasyona li dijî berpirsên milîşyayan li navxweya Îraqê, di çarçoveya kempeyna hikûmeta Zeydî ya li dijî gendeliyê de. Ew îhtîmal dibîne ku hin serokên milîşyayan ji bo tolhildanê li dijî artêş û hêzên ewlehiyê tevgerên çekdarî encam bidin."