Wezareta Koçberî û Koçberan ya Îraqê ragihand ku planek hatiye amadekirin heta dawîya vê salê, Kampa Ceda' li parêzgeha Neynewayê bihête girtin.
Di kampê de malbatên endamên DAIŞ'ê hene ku ji Kampa Holê ya li Sûriyê bo Îraqê hatibûn veguhestin.
Berdevkê Wezaretê, Elî Ebas Cehangîr, got ku li vê Kampê Navenda (Emel) ya çaksazîya derûnî û civakî, malbatên ku ji Kampa Holê hatine veguhestin tên pêşwazîkirin.
Li gorî gotinên wî, heta niha nêzî 21,500 kes ji bernameya çaksazî sûd wergirtine û piştre vegerîyane cîh û warên xwe, û niha tenê nêzî 3,500 kes li Kampa Ceda' mane.
Cehangîr diyar kir ku eger pêvajoya belgeyên malbatên mayî di demên diyarkirî de were temamkirin, hikûmet dê ber bi girtina kampê ve biçe.
Elî Ebbas Cehangîr
Derbarê kampên din ên li Herêma Kurdistanê, berdevkê wezaretê got ku li herêmê nêzî 16 kamp hene, ku 12 ji wan li Duhokê ne û malbatên Êzidî dihewînin.
Wî got ku bi hikûmetên herêmî re kordînasyon heye û rêxistinên navneteweyî jî piştgirîyê didin xebatên baştirkirina binesazîyê û xizmetên bingehîn li Şengalê da ku mercên guncaw ji bo vegerandina malbatan bên amadekirin.
Cehangîr herwiha got ku ji bo girtina kampên li Herêma Kurdistanê dem pêdivî ye, ji ber ku pêvajoya vegerandina xelkê Şengalê bi gelek alîyên sîyasî û Herêma Kurdistanê girêdayî ye.
Wî destnîşan kir ku hikûmeta Îraqê dixwaze bilez dosyaya koçberan bi tevahî bidawî bîne û ji bo çareserkirina pirsgirêkên li beramberî vê armancê, komîte hatine damezrandin û fermanên îdarî jî hatine derxistin.
Ji alîyekî din ve, Komîteya Bilind a taybet bi şopandina dosyaya kampa Holê, îro Çarşemê, li baregeha Şêwirmendîya Ewlekarîya Neteweyî li Bexda civînek lidar xist da ku li ser pênc mijarên sereke danûstandinan bike.
Li gor daxuyanîyekê li ser X'ê, Komîteya Bilind, bi amadebûna serokê komîteyê, Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî Qasim el-Ebûdî, bernameyên rehabîlîtasyon û ji nû ve vejînê û ji nû ve entegrekirinê ji bo malbatên ku ji kampa Holê a li Sûrîyê vedigerin, û her weha diyarkirina dema girtina vê dosyayê, ji bilî planên şopandina malbatan li deverên wan ên rûniştinê, gotûbêj kirin.
Komîteyê herwiha mijara belgeyên nasnameyê û milkên kesane, û herwiha çalakîyên rêxistinên navnetewî yên ku li Navenda Emal dixebitin danûstandin kirin.