Çarenûsa Girtîyên DAIŞ'ê yên ji Sûriyê bo Îraqê Hatine Veguhastin

ISIS detainees in a Hasakah prison

Çarenûsa hezaran ji girtiyên DAIŞ'ê ku ji Sûriyê bo Îraqê hatine veguhastin, hîn jî nezelal e.

Li gorî raporek a Neteweyên Yekbûyî, ku dibêje, piştî temamkirina pêvajoya veguhastina endamên DAIŞ'ê ji Sûriyê bo Îraqê, çarenûsa nêzîkî hezaran girtiyên vê rêxistinê hîn jî ne diyar e.

Li Îraqê berdevkê Wezareta Dadê, Ehmed Lê'bî ji Dengê Amerîka re eşkere kir ku 5 hezar û 704 endamên DAIŞ'ê ji Sûriyê hatine veguhastin bo girtîgehên Îraqê û ku piranî li girtîgeha Navendî ya Kerxê li paytext bexda dimînin.

Li gor Lê'bî, ew girtîyên DAIŞ'ê ji 61 welatan in. Pitr ji nîvê wan Sûrî ne û piştî wan jî Îraqî di rêza duyemîn de ne. Di nav wan de her wiha kesên ji welatên cuda, wekî Amerîka, Fransa, Tirkîye û Kanadayê hene.

Berdevkê Wezareta Dadê got ku niha komîteyek ji Wezareta Navxweyî, Îstixbarat û Sazîya Ewlekariya Neteweyî li ser wan lêkolîn dike û encamên lêkolînê ji bo Encumena Dadweriya Bilind tên şandin, da ku biryarên dadgehê li dijî wan bêne derxistin.

Wî destnîşan kir ku dibe hin ji wan girtîyan bê tawan bin û hinên din jî li gora tawanên wan bên dadgehkirin.

Herwiha, Lê'bî got ku Wezareta Dadê ya Îraqê bi rêya kanala dîplomatîk û bi civînên bi balyoz û mîsyonên dîplomatîk re, peymanek ji bo welatên biyanî bo vegerandina girtî û mehkûman bo welatên wan amade kiriye.

Li gorî daxuyaniya Berdevkê Wezareta Dadê, ev rêkar dikare hemû kesên hatîne dadgehkirin, ji hemû neteweyan, bihewîne, lê kesên ku bi cezayê darvekirinê hatine mehkûmkirin nayên veguhastin.

Wî diyar kir ku piştî derketina biryarên dadgehê, ev mijar dikeve nav desthilatdariya Wezareta Dadê ya Îraqê, ku dikare li gorî nasname û cezayê wan, bi welatên wan re li ser veguhastinê peyman û rêkeftinên hevkariyê çêke.

Hêjayî gotinê ye ku Sûriyê û Îraqê di 13ê vê mehê de dema seredana serokê Encumena Dadwerî ya Bilind a Iraqê, Fayîq Zeydan bo Şamê, li hev kirin ku tîmên dadwerî yên taybet ava bikin, da ku rewşa girtiyên Sûrî li Îraqê bişopînin û agahdarî û belgeyên têkildarî dozên wan li hev biguherînin.