Wezîrê Derve yê Iraqê, Fûad Husên, îro Duşemê gihîşt Dimeşqê. Ev serdan wekî yekemîn serdana fermî ya asta bilind a Îraqê bo Sûriyê tê jimartin, piştî rûxandina rejîma Esed di dawiya sala 2024an de.
Wezîrê Derve yê Iraqê, li Koşka Gel bi Serokê Sûriyê Ehmed el Şer'i re civiya. Di civînê de her du aliyan girîngiya xurtkirina astê hevkarî û şêwirmendiyê di navbera Îraq û Sûriyê de li hemberî rûberûbûna pirsgirêk û astengiyên hevpar gotûbêj kirin.
Husên, li ser hesaba xwe yê "X"ê got ku armanca vê serdanê gotûbêjkirina rêyên xurtkirina têkiliyên dualî û geşepêdana hevkariyên siyasî, ewlehî, aborî û bazirganî ye.
Husên ligel Wezîrê Derve û Koçberan ê Sûriyeyê Es'ad El-Şeybanî û bi amadebûna Wezîrê Enerjiyê Mihemed El-Beşîr civiya.
Li gor Daxuyanîyeke hevbeş, her du aliyan li ser avakirina komîteyek hevbeş a pispor di warên enerjî, çandinî, av, veguhastin û dergehên sînorî de lihevhatin çêkir, daku berjewendiyên herdu welatan werin parastin.
Her weha di civînên dualî de hat biryardan ku Komîteyeke Bilind a Koordînasyona Hevbeş di bin serokatiya wezîrên derve yên herdu welatan de were avakirin, ji bo şopandina cîbicîkirina encamên vê hevkariyê.
Di hevdîtinê de, mekanîzmayên veguhastin û derbasbûna enerjiyê, û projeya nûkirina borîyên veguhastina neftê ji Îraqê ber bi Sûriyê ve hatin nirxandin. Li gel vê, hevkariya di warê av û çandiniyê de ji bo misogerkirina ewlehiya xwarinê ya hevbeş hat gotûbêjkirin. Li ser asta ewlehiyê, her du aliyan tekezî li ser xurtkirina hevkarîya ewlehiyê kirin, ji bo piştgirîkirina aramiya her du welatan û rûbirûbûna pirsgirêk û metirsiyên hevpar."
Dr. Ehmed El-Şerîfî Pisporê Stratejîk, gote Dengê Amerîkayê ku "Ev serdan derfetek e ji bo guhertina rewûa têkiliyên Bexda û Dîmaşqê ji qonaxa ewlehiyê ber bi hevkarî û projeyên stratejîk ên aboriyê ve, mîna gihandina borîyên enerjiyê yên Îraqê ji bo benderên Sûriyê (Lazqiye, Tertûs û Banyas)ê yên li ser deryaya Spî.
Dr. Ehmed Şerifî
Lê belê El-Şerîfî, bawer dike ku, serkeftina vê hevsengiya nû bi du şertan ve girêdayî ye: yekem, çareserkirina pirsên navxweyî yên hikûmeta El-Zeydî mîna şerê dijî gendeliyê û kontrolkirina çekan.
Duyem û ya herî girîng jî, kêmkirin û pûçkirina zextên Tirkiyê li ser Sûriyê û baladestîya Îranê li ser Iraqê. Tenê bi vî rengî Îraq dikare wekî hevparekî çalak di warê enerjiyê de cihê xwe di nav sîstema navdewletî û pêwendiyên ligel Amerîkayê de xurt bike."
Şerîfî herweha got ku "Divê siyaseta bilind a dewleta Îraqê li hember Sûriyê li ser bingehên neguher be, daku ligel guhertina hikûmetan li Bexdayê sabit û neguher bimîne.