Şam û Bexda Dosyaya Girtîyên DAIŞ'ê yên li Îraqê Gotûbêj Dikin

Wezîrê Dadê yê Sûrîyê Mezher el Weys ligel Serokê Civata Dadwerî ya Bilind li Îraqê, Fayiq Zeydan, li Şamê.

Wezîrê Dadê yê Sûrîyê Mezher El-Weîs îro roja Pêncşemê pêşwazîya şandeke Îraqê bi seroktîya Fayiq Zeydan, Serokê Civata Bilind a Dadwerî ya Îraq kir.

Zeydanو got ku têkiliyên Sûrî û Îraqê di demên dawî de di çend waran de, bi taybetî di warên aborî û ewlehiyê de, pêşketin hene û başti bûne.

Ji alîyê xwe ve Wezîr El-Weîs, got ku ew hêvîdare ev pêşketin bi hevkariyeke mezintir di warên dadwerî û qanûnî de were temamkirin û kanalên têkilî û hevkarîyê di navbera saziyên dadê yên her du welatan de bihêztir bibin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Îraqî, serdana Zeydan "ji bo lêkolîna hejmarek dosyeyan e, di nav de dosyaya rêxistina terorîst a DAIŞê ku ji bo zindanên Îraqê hatiye veguhastin, pêk hat."

Hejayî gotinê ye Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM)ê Admîral Brad Cooper li vê heftîyê veguhestina zêdetirî 5,700 girtiyên DAIŞê ji Sûriyê bo Îraqê, ragehand bû.

Pisporê yasayê Elî Temîmî gote Dengê Amerîkayê, endamên DAIŞê yên ku ji Sûriyê anîne Îraqê, an jî li Sûriyê tawanên li dijî Îraqê kirine, li gorî qanûnên Îraqê tên dadgehkirin.

Elî Tamîmî, Pisporê yasayî

El-Temîmî herwiha diyar dike ku di nav girtiyên DAIŞê yên li girtîgehên Îraqê de divê cudahî bê kirin: kesên ku biryara dawî ya dadgehê li ser hatiye dayîn, û kesên ku hîn nehatine dadgehkirin.

Wî got ku di haleta kesên ku li dijî wan belgên temam nînin an tawanek li ser wan nehatiye îsbatkirin, biryara dawî di destê dadgeha lêkolînê de ye.

Li gorî çavkaniyên Sûrî, Îraq û Sûriye nêzîkî îmzekirina peymaneke hevpar in ku dê rêxistina veguhestin û dadgehkirina girtîyên Sûrî yên li girtîgehên Îraqê pêk bîne.

Heman çavkanî dibêjin ku hemahengiya dadgehî ya di navbera Bexda û Şamê de dê li ser kontrola ewlehiyê ya sînorên hevpar û şopandina komên çekdar jî bê xurtkirin.