Serokwezîrê Îraqê Sibê Serdana Enqereyê Dike

Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî dê sibê li ser vexwendina Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan bi serdaneke fermî biçe Tirkîyê da ku li ser rêyên xurtkirina têkiliyên dualî û çareserkirina hejmarek pirsgirêkên herêmî û navneteweyî yên ku ji bo herdu alîyan girîng in, biaxive.

Berdevkê Hikûmeta Îraqê Heyder El-Ebûdî ragihand ku di civînan de dê sektorên aborî, bazirganî, weberhênan, û her wiha dosyayên ewlehî û leşkerî werin gotûbêjkirin. Wî her wiha da xuyakirin ku di serdanê de girîngîyeke taybet dê bide dosyeya avê û krîza herêmê, ligel gotûbêjkirina projeyên enerjîyê û mekanîzmên cîbicîkirina projeya "Rêya Geşepêdanê" a stratejîk.

Şêwirmendê aborî yê serokwezîrê Îraqê Mezher Mihemed Salih, teqez li ser giringîya serdana çaverêkirî kir û gote Dengê Amerîkayê ku ev serdan di çarçoveya guherînên kûr ên aborîya cîhanî û dîplomasîya aborî de gaveke stratejîk e.

Li gorî wî, ev serdan berdewamîya wê rêçikê ye ku bi serdana Serokê Turkîyê Recep Tayyip Erdogan bo Bexdayê di Nîsana 2024an de ye, ku tê de çarçoveya stratejîk û zêdetirî 26 hevpeyman û têgehiştinên peywendîdar di warên av, energî, veguhastin û ewlehîyê de hatibûn îmzekirin.

Şêwirmend bal kişand ku projeya "Rêya Geşepêdanê" ne tenê projeyeke jêrxaneyê ye, belkî guherîneke stratejîk e di felsefeya geşepêdana aborîya Îraqê de. Armanca vê projeyê ew e ku Îraq bibe navendeke sereke ya bazirganîya navneteweyî û xizmetên lojîstîk, da ku paldana aborîya welêt li ser dahata Petrolê kêm bibe.


Zêdetirî 20 Milyar Dolar Alûgora Bazirganî

Salih da zanîn ku qebareya alûgora bazirganî ya salane di navbera herdu welatan de 20 milyar dolar derbas kiriye û di sala 2024-an de hinardeyên Tirkîyê bo Îraqê gihîştine nêzîkî 13.1 milyar dolarî, û bi vî awayî Iraq bûye yek ji mezintirîn bazarên derveyî yên hilberên Tirkiyeyê. Her wiha kompaniyên turkî heta niha bi nirxê zêdetirî 35 milyar dolaran projeyên jêrxanê li Iraqê cîbicî kirine.
Di beşa energîyê de, rêkxistina hevkarîyê li ser xeta borîya neftê ya Îraq û Turkîyê ber bi bendera Ceyhanê ve û berfirehkirina hevkariyê di warên gaz, torên elektrîkê û energiya nûjenbar de wek gaveke giring ji bo ewlehiya energiyê hat binavkirin.


Ji nûektîvkirina borîya Kerkûk û Ceyhan

Tê zanîn peymana hinartina petrolê bi rêya Ceyhanê yek ji krîzên ku Iraq hêvî dike di dema seredana Zeydî de çareser bike. Peymana ku di sala 1973an de hatibû îmzekirin, qediya û piştî nakokiyeke bi Bexdayê re li ser dozeke ku ji aliyê Bexdayê ve li dadgeheke Parîsê hatibû vekirin û ev doz bi ser ket û divê Turkîyê 1.471 milyar dolarî bide Îraqê, Enqereyê red kir wê peymanê nû bike. Di vê seredanê de Turkî û Îraq hêvî diken ev peyman bihête nûjenkirin.

Di dawîya axeftina xwe de Şêwirmendê aborî yê serokwezîrê Îraqê Mezher Mihemed Salih; teqez kir ku nirxa rastîn a vê serdanê di veguhestina peymanan de ye bo projeyên berçav li ser erdê, û derbasbûna ji asta bazirganiya sade ber bi hevparîya aborî a stratejîk û tewawkar di navbera her du welatan de.