Erdogan û Zeydî Hevkarîya Aborî û Ewlehî di Navbera Welatên Xwe de Gotûbêj Dikin

Serokwezîrê Îraqê Elî El-Zeydî îro Sêşemê bi serdaneke fermî gihîşt paytexta Tirkîyê Enqerê û ji alîyê Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan ve hat pêşwazîkirin.

Zeydî ji Ajansa Anadolu ya Tirk re got: "Pirs êdî ne ew e ku em çawa kêşeyên hevbeş birêve bibin, lê belê ew e ku em çawa wan bikin derfetên ku ji bo her du gelên Îraqî û Tirk geşepêdanê çêbikin."

Serokwezîrê Îraqê anî ziman ku Îraq û Tirkîye xwedî derfeteke dîrokî ne ku cîhê xwe yê erdnîgarî bikin nirxeke aborî da ku bibin pireke girêdanê di navbera Kendav, Asya û Ewropayê de.

Zeydî tekez kir ku "ewlehîya Îraqê û ya Tirkiyeyê pêdivî bi hevkarîyeke nêzîk heye ku li ser bingeha rêzgirtina wehkev a serwerîyê û rûbirûbûna teror û tawanên rêxistinkirî ye, ji ber ku geşepêdan tenê di bin sîya ewlehîyê de pêş dikeve."

Saman Nûh: Bexda bê stratejî û kartên zextê ber bi Enqereyê ve diçe

Rojnamevan û nivîskar Saman Nûh gote Dengê Amerîka ku çar tewerên serekî di serdana Zeydî de hene.

"Tewera yekem, dosyaya neftê û rêkeftina hinardekirina neftê, bi dawî bûye û Tirkîye daxwaza mercên nû û pereyên zêdetir dike. Ji ber pirsgirêkên li Tengava Hormuzê, niha ji bo Îraqê ti alternatîfên din li dewsa xeta Tirkîyê nînin. Vê yekê jî kartên zextê yên Îraqê kêm kirine," wî got.

"Tewera duyem ewlehî ye: Zêdetirî 75 heta 80 bingeh û baregehên leşkerî yên Tirkîyê li bakurê Îraqê û Herêma Kurdistanê hene. Tirkîye berdewam e li ser çêkirina rêyan û avakirina xalên ewlehîyê bi kûrahiya 30 kîlometran di nav axa Îraqê de. Ev yek bûye sedema valakirina sedan gundên Kurdan," Nûh da zanîn.

Nivîskar Nûh herwiha diyar kir ku "Tewera Sêyem Projeya Rêya Geşepêdanê ye: Pirsgirêkên ewlehî û darayî vê projeyê asteng dikin. Tewera Çarem dosyaya avê ye: Negirêdayîbûna Tirkîyê bi peymanên avê yên Çemên Dîcle û Feratê ber bi Îraq û Sûrîyê ve. Enqere avê li gor berjewendiyên xwe birêve dibe."

Şîrovekar Saman Nûh di wê bawerîyê de ye ku tevî ku aborîya Tirkîyê di rewşeke zehmet de ye û hewcedarî bazara îraqê ye bo hinardekirina berhemên xwe, Îraq di vê qonaxê de bê stratejîyeke rênîşander û bê alternatîf e.

Wî got ku dihat çaverêkirin ku Îraqê wek karta zextê di dosyayên av, ewlehî û neftê de bikar bîne, lê ew yek pêk nehat.