Wezîrê Bazirganîyê yê Îraqê: Serdana Waşingtonê Guhertineke Dîrokî ye

Iraqi Trade Minister Mustafa Nizar al-Ani

Wezîrê Bazirganîyê yê Îraqê, Mistefa Nîzar El-Anî, di çarçoveya şandeke hikûmî de li gel Serokwezîr Elî El-Zeydî serdana paytexta Amerîkayê, Waşîngtonê kir.

Di vê serdanê de, wezaretê çendîn girêbestên bazirganî li gel kompanyayên Amerîkî yên pispor di warên avakirinê, veguhastinê û wesayîtan de ji bo piştgirîya cotkaran îmze kirin. El-Anî li gel Jûra Bazirganî ya Amerîkayê û Encumena Karsaziya Amerîkî-Irakî civîn pêk anîn, û mîkanîzma çalakkirina Komîsyona Hevbeş a Îraq û Amerîkayê gotûbêj kir, da ku rê li ber weberhênerên Amerîkî hêsan bibe.

Di hevpeyvînek taybet de ji bo "Dengê Amerîka", wezîrê Îraqî ragihand ku ev serdan di dîroka peywendîyên Îraq û Amerîkayê de wek "wergerek dîrokî" tê hesibandin, ku dê bibe bingeha hevparîyeke aborî ya rasteqîn, kûr û piralî di navbera herdu welatan de, bi taybetî di sektora enerjî, petrol û elektrîkê de.

Çaksazîyên qanûnî û hêsankariyên ji bo weberhêneran

Wezîr Mistefa El-Anî diyar kir ku rêbaza hikûmeta niha li ser hêsankirina rênmayîyan û sererastkirina gelek qanûnên aborî ye. Di vê çarçoveyê de, projeyasaya "Çaksazîya Qanûnên Aborî" di Encûmena Wezîran de hat gotûbêjkirin, ku qanûnên bac, gumrik û tomarkirina kompanyayan li xwe digire da ku peywendîya rasterast a karsazan hêsantir bibe.

Ji bo parastina welatîyan û rûbirûbûna tawanên mîna şûştina pereyan, Wezareta Bazirganîyê platformeke elektronîk ava kiriye. El-Anî got: "Êdî pêwist nake serdana balyozxane Îraqî an nûnertîyên bazirganî bikin, ev pirose tenê çend xulekan dikişîne û xizmeteke mezin e ji bo kêmkirina rûbirûbûna karmendan û rûbirûbûna gendelîyê."


Krîza Tengava Hormuz û alternatîvên bazirganîyê

Li gor Wezîrê Bazirganîyê qebareya giştî ya alûgora bazirganî di navbera Îraq û Amerîkayê de zêdetirî 8 milyar dolar e; ku di navbera hawirdekirin û hinardekirinê de ye, û pişka herî berçav hinardekirina petrolê ye, lê wezîrî eşkere kir ku krîza li Tengava Hormuz û şerê li herêmê bandorek mezin li ser hinardekirinê kiriye, lê Îraq li pey alternatîfan e. Ew geşbîn e ku qebareya bazirganiyê di qonaxa bê de gelek bilind bibe, piştî ku di rûniştina li gel Serokê Amerîkayê Donald Trump de li "Koşka Spî", li ser stratejiyeke cuda ya hinardekirinê û handana kompanyayên Amerîkî axivîne.
Wezîr bang li sektora taybet a Amerîkayê kir ku bi xurtî beşdarî çalakîyên aborî û Pêşangeha Navdewletî ya Bexdayê bibin, da ku derfetên di warên enerjî, petrol, gaz, parastin û asayîşa sîberî de ji nêzîk ve bibînin.

Dosyaya karta xwarinê û piştgirîya cotkaran

Di derbarê Kerta Xwarinê de, ku yek ji girîngtirîn dosyayên peywendîdarî jiyana rojane ya xelkî ye, El-Anî got ku ewlehîya xwarinê di asteke pir baş de ye. Îsal sîstema "tomarkirina pêşwext" ji bo cotkaran hat bikar anîn da ku di dorên dirêj de nemînin.
Li ser pirsa gileyên cotkaran derbarê derengketina perên wan, Wezîr behsa krîza aborî kir lê tekez kir ku ev dosye di serê karên hikûmetê de ye.

El-Anî got: "Piştî vegera me ji vê serdanê, em ê dest bi dabeşkirina xeleka nû ya şayisteyên darayî yên cotkaran bikin. Ev biryar ji bo her kesî ye û cotkarên Herêma Kurdistanê jî li xwe digire."

"Destê Hesinî" li dijî gendelîyê

Di dawîya hevpeyvînê de, Wezîrê Bazirganîyê tekez kir ku ew hemû li gel Serokwezîr di yek çeperî de ne li dijî gendelîyê, ji ber ku bêyî jinavbirina vê diyardeyê, ti geşepêdan û veberhênan li Îraq çênabe.
El-Anî da zanîn ku ji rojên pêşîn ên hikûmetê de, tîmên "Desteya Destpakîyê ya Federal" di nav hemû wezaretan de hatine avakirin da ku hemû girêbestan kontrol bikin, û rûniştinên kontrolkirinê berdewam in. Wezîr got: "Em ê li hemberî ti kêmterxemîyekê bêdeng nemînin û em ê bi destê hesinî li her kesê ku destê xwe dirêjî ser malê giştî bike, bidin."